Konfransa Yekîtiya Jinên Êzidî bi dawî bû

Yekemîn konferansa Yekîtiya Jinên Êzidiyên Rojavayê Kurdistanêbi hilbijartinan bi dawî bû.

Şehba - Konferansa Yekîtiya Êzidiyên Rojayaê Kurdistanê bi dirûşma "Bi fikra Neteweya Demokratîk jinên êzîdî ya Rojava wê bi ser kevin" vê siharê bi tevlîbûna 300 delegeyên jin ji endam û nûnerên Yekitiya Jinên Êzîdî ya Herêma Cizîr, bajarê Heleb û Efrînê, Kongreya Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Efrîn û Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê dest pê kiribû, bi hilbijartinan bi dawî bû.

Rapora rêxistinî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê Şehînaz Emo ve hate xwendin. Her wiha pergala hundirîn  a Yekîtiya Jinên Êzidî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzidî a bajarê Helebê Roşîn Musa ve hat xwendin û di derbarê wê de hin biryar hatin nîqaşkirin û ji bo di demên pêş de di nav kar û xebatên yekîtiyê de bên meşandin.

Pişre komîteyên Tendirustî, Têkiliyên diplomasî, Çand û Huner, Ciwan, arşîf û ragihandin hatin avakirin. Her wiha ji bo van komîteyan 5 rêveber hatin hilbijartin. Ev komîte ji bo karê Yekîtiyê li Heleb, Şehba û Cizîrê bên meşandin hatin avakirin. Paşê Meclîsa Yekîtiya Jinên Êzîdiyên Rojavayê Kurdistanê  15 kes hatin hilbijartin û ji wan 5 kes rêveberên komîtê ne. Kesên ku hatine hilbijartin soza xwe dan.

Konferans bi dirûşmeyan bi dawî bû.