Konfransa jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa bi girtina biriyarên giring dawî bû

Di Konfaransa 2’emîn a Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa de biryar hat girtin ku hevpeymana jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa were çêkirin û mecraya onlînê hîn zêdetir ji bo bikarin xebatên xwe bi hev re par bikin bi kar bînin.

TEWAR PÊNCAWÎNÎ
Beyrut - Di roja dawî ya konfaransa jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ku dû rojan dom kir de, gelek xalên girin ên têkoşîna jinan hevpar bike û li hemberî êrîşên ser jinan tên kirin bisekinin hatin nîqaşkirin. Di roja destpêkê de gelek jinên ji welatên cûda peyamên tevgera jinên welatê xwe ya hevpar xwendin. Di roja duyemîn û dawî de jî endamên kofaransê weke sê koman li hevcîvîn û li ser astengî, sedem û rêyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa nîqaş kirin. Encamên ji li hevcîvîna her sê koman derketî carekdin bi hev re par kirin û encama derxistî bi raya giştî re par kirin. Di pilanên ku ji aliyê nunera Yekitiya Jinan a Başûrê Kurdistanê Kinêr Abdullah ve hatî birêvebirin de jinan li ser xelên şînber nirxandin kirin. 
Piştî nirxandin bi dawî bûn, sinevizyonek di derbarê têkoşîna jinan de hate nîşandan. Piştre peyama Yekineya Parastina Jinê (YPJ) ê hat xwendin. Di peyamê de konfaransa jinan pîroz kirin û hat bi bîr xistin ku pêwîste têkoşîna jinan yekgirtîbe, da ku bikarin bi hevsengiyekê li dijî zilmê, gef û tunditujiya li beramberî jinê bi sekinin. Paşê jî kurtefilîmek li ser rola jinê di şoreşa Rojava de pêve girêdayî têkoşîna jinên Kobanê û Efrînê li beramberî êrîşên dagirkeriyê dayî hat nîşandan.  
Di panela ji aliyê Hevseroka Kongraya Natewî ya Kurdistanê KNK’ê Zeyneb Murad li gel çalakvana siyasî û parêzvana mafê mirovan a Sudanê Nîmet Kokû ve hatî rêvebirin de pêşniyar û pilanê kar ên bidin pêşiya xwe hatin nîqaşkirin. Di heman runiştinê de li ser pêkanîna hevpeymaniya jinan jî niqaş hatin kirin. Piştre bi piraniya dengan biryar hat girtin ku pilatformek a jinan bi navê hevpeymaniya jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa were avakirin.
Her wiha di nava biryaran de hat diyar kirin ku hewceye di nava şeş mehan d e xebatên hevpeymaniyê temam bibe û komîteyek a rêveberiyê pêkwere ku hemû welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa cihê xwe têde bigre.
Di nava biriyarên ku di konfaransê de hatine girtin wê beşek taybet li ser hevpeymanê hebe ji bo jin bi rêya online girêdayî xebatên hevbeş hertim di nava peywendiyan debe. Her wiha girêdayî çalakiyên hevbeş û agahdarkirina jinên welatên bejdarbûne, dê hevpeymaniyek li ser rewşa jinan pêkwere.
Di dawiyê de encamnameya Konfaransê hat xwendin û biryarên hatine girtin bi raya giştî re parkirin.