Konferansa Lozanê bi dawî bû

Konferansa “Helwesta gelên Kurdistanê di 100’emîn Salvegera Peymana Lozanê de” ku li Lozanê hatibû lidarxistin bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan- Konferansa “Helwesta gelên Kurdistanê di 100’emîn Salvegera Peymana Lozanê de” ku li Salona Kongreyê ya Beaulieu (Salle de Congrès de Beaulieu) ya Lozanê hatibû lidarxistin bi dawî bû.

Di konferansa du rojan a ku di 100’emîn salvegera Peymana Lozanê de bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat lidarxistin, tevî nûnerên partî û saziyên 4 parçeyên Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên Kurd ên li welatên cuda dijîn, amade bûn. Di konferansa ku li ser encamên peymanê yên li ser Kurdan û gelên herêmê nîqaş hatin kirin de, beşdaran li ser siyaseta ku divê Kurd di sedsala nû de bimeşînin nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Konferans piştî xelata ku ji bo xebatên komîteya amadekar hat dayîn bi dawî bû. Deklerasyona dawî ya konferansê dê îro bê ragihandin.