Konferansa azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin
Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya çareserî û aştiyê ye” bi amadaebûna 175 delegeyan konferansek li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Qamişlo- Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya çareserî û aştiyê ye” konferansek ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hola Zana ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. 175 delegeyên li ser asta herêma Cizîrê ji tevger û rêxistinên jinan, partiyên siyasî, kesayetên rewşenbîr, hiqûqnas, rûspiyên êl û eşîran, saziyên civaka sivîl û kesayetên civakî di konferansê de amade bûn. Di destpêka konferansê de axaftinên vekirinê hatin kirin. Paşê peyamek bi dîmen a parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan hat pêşandan. Her wiha du panêlên bi sernivîsa “Krîza Rojhilata Navîn û çareserkirina pirsgirêkên gelan” û “Komploya navneteweyî û girîngiya azadiya Rêbertî” di konferansê de hatin nîqaşkirin.
‘Girîngiya konferansê ji bo danîna nexşeriyeke demokratîk’
Di çarçoveya konferansê de Enadama Ofîsa Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk Derya Remezan wiha nêrîna xwe parve kir: “Wekî tê zanîn cîhan di nava krîzeke mezin re derbas dibe û bi taybetî Sûriye û Rojhilata Navîn. Bêguman Sûriye qada van guhertinên heyî ye û di heman demê de qada krîza cîhanî ye. Li hembrî van bûyer û qeyranan em dixwazin sîstemeke nû ava bikin û nexşeriyeke demokrat çêbikin ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn. Em ji bo ku Sûriyeyeke azad ava bikin, pêwîst e li nirxandinên Serok Apo yên di der barê rewşa Rojhilata Navîn de baş guhdar bikin û xal bi xal pêk bînin. Di demeke wiha hesas de konferanseke wiha ku rojane dewleta Tirk êrîşî gelê me dike tê lidarxistin pir girîng e ku em bikaribin encamnameyek serkeftî ji bo azadiya Serok Apo derxin pêş. Ev hemû dikeve bin siha fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku reng dide hemû neteweyan.”
‘Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî jinan e’
Derya Remezan bal kişand ser girîngiya xwedîderketina jinan li doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku bingeha azadiya jinan ava kir û wiha got: “Her wiha bidestgirtina doza jinan wekî mijareke sereke, ji ber ku di nava vê kirîzê de heta asteke mezin jin hatin helandin û mafê wê hate xwarin. Felsefeya Rêber Apo bû bingeha azadiya jinan, lewma pêdivî bi pêşengiya jinan a ji doza azadiya Serok Apo re heye. Armanca me ew e ku em sîstemek ku mafê jinan biparêze ava bikin û hemû netew bi hev re tê de jiyan bikin. Em wekî her car dibêjin ku azadiya Rêber apo azadiya tevahî jinan e.”
‘Azadiya Rêber Apo tamînata azadiya Rojhilata Navîn e’
Her wiha têkildarî girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Parêzer Xedîce Îbrahîm ji bajarê Qamişlo axivî û got: “Îro em wekî Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê konferansekê ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo li dar dixin. Konferansa me li ser du panêlan tê meşandin û nîqaşkirin. Heta roja îro tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dewam dike. Bêguman armanc ne tenê Serok Apo ye lê belê armanckirin tevahî Rojhilata Navîn e. Helbet em hemû dizanin ku azadiya Rêber Ocalan tamînata azadiya tevahî Rojhilata Navîn e.”
‘Pêwîst e em di vê ezmûnê de bi ser bikevin’
Xedîca Îbrahîm destnîşan kir ku dema ku tê de derbas dibin ji bo wan ezmûn e û pêwîst e tê de bi ser bikevin û wiha bi dawî kir: “Wekî ku em dibînin îro di vê konferansê de her kes bi reng, ol û zimanê xwe amade bûye. Bi saya felsefeya Serok Apo ya azadî, demokrasî û wekheviyê ev yek pêk hat. Armanca me ya sereke ango ezmûna me ya herî mezin; azadiya Serok Apo ye, ger em vê ezmûnê derbas nekin wê demê em nikarin derbasî qonaxeke nû bibin. Pêwîst e em wekî gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî gelê Kurd ku di vê ezmûnê de bi ser bikevin û rêberê xwe azad bikin. Paşê em dikarin bêjin ku me encameke baş bi dest xist û me serkeftineke mezin misoger kir.”