Parlementer Bêrîvan Aslan piştgirî da Zeynep Celaliyan
Endama Parlementoya Avusturyayê Bêrîvan Aslan da xuyakirin ku ew piştgiriya siyasî dide siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan a 15 sal e li Îranê tê girtin.

Navenda Nûçeyan – Siyasetmedara Kurd û parlementera Avusturyayê Bêrîvan Aslan di 22’ê Kanunê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ew piştgiriya siyasî dide siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan a 15 sal in li girtîgeha Îranê tê girtin û cezayê heta hetayî girtiye.
Bêrîvan Aslan destnîşan kir ku Zeynep Celaliyan a 11’ê Adara 2008’an de hatiye girtin, giriya siyasî ya ku li Îranê bi demê herî dirêj e tê girtin e, bibîr xist ku 8 meh di hucreyê de hatiye girtin û bi gotina “Zeynep Celaliyan di vê pêvajoyê de rastî îşkence û destdirêjiyê hat. Carekî serê wê ewqasî hişk li dîwarê dan ku serê wê şikiya û xwîn çû mêjiyê wê” balê kişand ser rewşa fîzîkî ya Zeynep Celaliyan ku piştî şewba koronayê jiyaye.