‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ destpê kir

DEM Partî “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” lidar xist. Ji gelek welatan siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û muzakervanên aştiyê tevlî konferansê dibin.

Stenbol – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Pratî), li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” lidar dixe.

Konferans dê du rojan bidome û di asta navneteweyî de jî gelek siyasetmedar, hiqûqnas û aktîvîst tevlî bûn û dê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê destpê kir û tecrûbeyên cîhanê binirxînin.

Axaftina destpêkê ya konferansê dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bikin.

Piştre jî dê Veysî Aktaş ku demekê li Girtîgeha Îmraliyê hatibû ragirtin û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed biaxivin.