Konferans bi nîqaşên li ser qeyrana Rojhilata Navîn û bandoriya wê ya li ser jinê dewam dike

Di beşa 2’emîn a nîqaşên konfaransê de nirxandin li ser qeyranên Rojhilata Navîn û bandora wê ya li ser jinan hat kirin.

Beyrut- 2’emîn Konfaransa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ku li paytexta Lubnanê Beyrutê hatî destpêkirin, bi niqaşan dom dike. Di beşa dûyem a konferansa ji gelek welatan rêxistinên jinan beşdarbûyî de nirxandin li ser qeyranên Rojhilata Navîn û bandorên wê li ser jinê hatin kirin. Seroka komeleya Jinan Jîn a Lûbnanê ya di heman demê de cihê xwe di komîta amadekar a konferansê de digire Buşra Elî piştî xwendina peyaman mafê axaftinê girt û nirxandinên giring li ser rêxistin bûn û têkoşîna jinan a van 10 salên dawiyê kir.
“Di xwepêşandanên gelek welatan de jinan pêşengî kirin”
Buşra Elî da zanîn ku li gelek welatan di nava 10 salên dawî de şer çêbûne û jin jî di vî şerî de xwedî rolin û wiha domand: “Jin di nava 10 salên şoreşa gelan a bi navê Bihara Ereban despêkê ji Tûnisê despêkirî û li gelek deveran belav bûyî de xwedî rolin. Wan rasterast di van xwepêşandanan de hebûna xwe nîşandan û pêşengî kirin. Hem jî di biriyarên çarenûsa gelan diyar dikin de rola xwe lîstin. Li gel van hemû wehildan û pêşketinan qeyîran û şerê dewam dike jî bandor li jinan kiriye. Ji ber wê heta ku jin di nava civakê de nebe xwedî hêz, ew civak nikare were çareserkirin. Minak gelek welat hene ku jin jerê pêşengîtiyê kirine, di vî aliyî de divê jin bibe hêzek bandorker û jin bi hêza xwe li beramberî pirsgirêkan bi sekine.”
“Di girtîgehên Îranê de bêmafî li jinên girtî tê kirin”
Meryem Zulfîkar a ji Îranê beşdarî konferansê bûye jî girêdayî rewşa jinan a li Îranê û giştî Rojhilata Navîn nirxandinên giring kir. Meryem di peyama xwe de bal kişand li ser rewşa jinan ku çawa rejîma Îranê zext li ser zêde kirine û û dixwazin bi vê yekê di kesayeta jinê de civakê bêdeng bikin. Meryem rewşa jinên di girtîgehan de jî bibîr xist û da zanîn ku bi sedan jinên çalakvan di girtigehan dene û wiha got: “Jinên Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve rastî gelek zextan tên. Jin tên kuştin yan jî rastî zoriyên wisan tên ku bibe sedem xwe bikujin. Rêjeya tunditujiyê li Îranê gelek zêde bûye. Yek ji sedema sereke jî medeya hişber ku pirsgirêkan zêde û kur dike. Rejîm qeyranê zêde dike û bi rêyên cûda wisan dike ku jin û ciwan madeyên hişber bikar bînin. Li gîrtîgeha Evînê bi sedan jinên çalakvan û siyasî yên tenê sucê wan ji ber hewildane maf û azadiya xwe bidest bixin tên girtin û rastî muameleyên dermirovî tên. Li van zîndanan îşkence li jinan tên kirin û jinên girtî ji hemû mafan bê par tên hêlan. Ji ber belavbûna vîrosa corona û nexweşiyên din ji çareseya bizîjkan bê par tên hêlan.”
Ji Surye jî Lina Berekat bi rêya zoomê  bejdarî Konfaransê bû û peyama xwe ya di derbarê  şer û alozîya heyî bandorek çawan li jinê kiriye nirxandinên giring kir.
Konfarans bi niqaş, rexne û pêşniyaran dom dike.