Konfaransa Komiteya Tendirustiyê ya Mexmurê bi nirxandinan dewam dike
5’emîn Konfaransa Komiteya Tendirustiyê ya Mexmurê ku her dû sal cerekê tê lidarxistin destpê kir.
Mexmûr - Konfaransa Komiteya Tendirustiyê ya îsal bi duruşmeya ‘Avakirina netewa demokratîk avakirina civakek bi tendurist e’ li Mala Gel bi amadebûna 90 delegeyan destpêkir. Bi salona konferansê ve pankartên weke ; “Li hember sîstema kapitalist emê alternatifek tenduristî ava bikin”, “Xwezayê biparêzin pêşî li nexwesiya bigirin”, “Avakirina netewa demokratîk avakirina civakek bi tenduriste” hatine daleqandin. Piştî deqeyek rêzgirtin û axftina vekirinê raporên xebatên dû salan hatin xwendin. Li ser navê komiteya amadekar a Konfaransê Xanîm Babat ji ajansa me re axîvî.
“Emê herî zêde li ser tenduristiya jin û zarokan bisekinin”
Xanîm Babat da zanîn ku di ambargoya du salin li ser wargeha wan dewam dike de herî zêde jin û zarokan di aliyê tenduristiyê de zehmetî kişandine û wiha domand: “Konfaransa ji 90 delegeyan pêktê û ev konfarans herdû sal carekê tê li darxistin. Me dû salên giran û tejî derbaz kir, hem êrîşên dagirkeriyê li ser wargeha me hebû hem jî ambargoya ku ev dû sale li ser wargehê dom dike. Bi nubûn û biryarên nû em dixwazin vê konfaransê bigihînin encamek serkeftî. Di aliyê jinê de ew biryarên ku em bigrin dest wê çiqas ji civakê re bibe bersîv ew ji bo giringe. Di konfaransê de emê piranî mijara pirsgirêkên jin û zarokan nîqaş bikin ji ber ên herî zêde di aliyê tendirustiyê de êşê di kişîne jin û zarokin. Ji bo wê jî di vê pêvajoyê de ev konfarans ji bo jin û zarokan hêvîdarim bibe bersîvek herî baş da ku em bi karibin civaka xwe ji nexweşiyên cûr be cûr bi parêzin. Em vê konfaransa tendirustîyê diyarî berxwedanvanên ku niha li dijî dagirkeriyê li berxwe didin dikin.”
Konfarans wê bi nirxandin û xwendina raporên xebatê yên dû salan dû rojan dom bike.