Komxebata navnetewî ya li ser peymana Lozanê dest pê kir

Komxebata têkildarî Peymana Lozanê ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi beşdariya zêdetirî 150 siyasetmedar, hiqûqnas û lêkolînerên kar û barên Rojhilata Navîn dest pê kir. Dê komxebat 2 rojan bidome.

Hesekê - Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ku di Tîrmeha 1923′yan de hatibû îmzekirin, li bajarê Hesekê dest pê kir. Komxebat ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve bi navê  “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" tê lidarxistin.

150 kesayetên siyasî û rewşenbîr ji Kurdistanê û welatên cuda yên cîhanê tevî partiyê siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên olî, Hêzên Leşkerî û tevger û rêxistinên jinan beşdarî komxebatê bûn.

Mijarên girîng tê nîqaşkirin

Îro wekî roja yekem dê sê babetên nîqaşê û rûniştin bên vekirin û mijarên wê jî wiha ne:

*Rewşa siyasî ya herêmê ya berî Peymana Lozanê, Peymana Sykes-Picot û dîroka netewedewletê li Rojhilata Navîn, Rewşa Kurd û Kurdistanê bi damezirandina netewedewletê re.

*Xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di sedsala 20'an de li dijî Kurdan pêk hatine, Xwendineke dîrokî li ser Peymana Sevrê (1920) û Peymana Qahîreyê (1921), Dîroka Peymana Lozanê, sedemên wê û pirsgirêkên ku anîne holê.

*Peymana Lozanê û encamên wê yên li ser gelê Kurd, Peymana Lozanê û siyasetên dewletên ku Kurdistan dagir kiriye (neteweperestî, koçkirina bi zorê), Peymana Lozanê û bandora wê ya siyasî, aborî, çandî û civakî li ser gelê Kurd, Rewşa tevgerên kurdî di nîvê duyem ê sedsala 20'an.

‘Armanca peymanê qirkirina gelê Kurd bû’

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di destpêka Komxebatê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevseroka Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid axivî. Bêrîvan Xalid di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser peymana Lozanê û armancên wê û got: “Di 24’ê Temûza 1923’an de peymana Lozanê di navbera hêzên navneteweyî û herîmî de ji bo gelê Kurdistanê bi taybet û ji bo Rojhilata Navîn bi giştî hat îmzekirin. Helbet ev peyman armanca wê ya yekemîn ku Kurdistan parçe bike û gelê herêmê bi hemû pêkhateyan bêçand û bêhebûn bikin. Bi vê peymanê bibirya bûn ku gelê Kurd tune bikin û wan bikin qurban. Ji xwe piştî vê peymanê, welatên wekî Iraq Îran û Sûriyê û Tirkiye ji mafê xwe dîtin ku vî gelî qir bikin û tune bikin. Di heman demê de sûcên şer bidin meşandin. Gelek pilan proje û komplo li ser gelê vê herêmê meşandin û li pêşiya çavên cîhanê ya ku kor û lal bûye.”

‘Bidawîbûna Lozanê xofa dilê serperştên peymanê ye’

Bêrîvan Xalid destnîşan kir aliyên navdewletî ên ku destê wan di vê peymanê de hebû naxwazin ku aramî û ewlheî hebe li herêmên Kurdistanî bi taybet dewleta Tirk û wiha dewam kir: “Heta roja me ya îro welatên di Rojhilata Navîn de di nava van pilanan re derbas dibin. Tiştên ku Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dest pê kir, ev yek diyar kir. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexwşiya van dewletên ku cihê xwe di vê peymanê de bûn bi taybet Tirkiye. Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta roja me ya îro Rojava rastî êrîş û dagirkeriyê tê. Destkeftiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûna dewleta Tirk da nîşandan, encama wê ya diyar dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bû. Qirkirin û çewisandin, armanckirina di serî de yên pêşeng û fermandar, li ser destê dewleta Tirk. Eger ne bi razîbûna van dewletan ba dê êrîş nekiriba.”

 ‘Ji bo mirovahiyê tevbigerin û gav bavêjin’

Bêrîvan Xalid tekez kir ku baweriya wan bi gelê xwe tê, bang li cîhanê kir ku ji bo mirovahiyê bixebitin û li ser navê Rêveberiya Xweser soza parastina destkeftiyan da û wiha bi dawî kir: “Em wekî Rêveberiya Xweser em ê li vê derê sozekê bidin ku wê ti kes nikarîbe careke din tiştekî bi serê gelê me de bîne, projeya jiyana hevbeş, wekhev, pirçand û pirziman berevajî hişmendiya peymana Lozanê û dewletên desthilatdar wê kûr bibe. Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Ji ber vê yekê hêjaye îro ku em bangewaziyekê bikin ji tevahî cîhanê ku êdî ji bo mirovahiyê tevbigerin û gav bavêjin. Bi hatina dawîbûna lozanê gereke ev dewlet sozeke nû bidin van gelan. Baweriya me bi tu kesî tune ye baweriya me bi gelê me tê. Eger gelê me hişyar be, yekdest û yekbiryar be wê lozanên din neyên îmzekirin, bi taybet ji bo gelê Kurdistanî em dibêjin. Û em soz didin ku em ê parastina destkeftiyên xwe bikin.”

‘Gelê Kurd serî netewand’

Ji aliyekî din ve Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî bal kişand li ser çend xalan. Mazlûm Ebdî wiha got: “Gelê Kurd bi gelek proje û pilanên tunekirinê re rûbirû ma, lê belê gel li hemberî wan serî hildan û bêdeng nema. Piştî sedsaliya Lozanê em dikarin bêjin ku biryarên ku derketine neketin meriyetê de. Berî her tiştî em dikarin bêjin ku Kurdan neteweya xwe parastin. Em dîbin ku li Rojavayê Kurdistanê şoreş hat kirin, îro kurd bûne kilîteke girîng û ev yek nikare kes inkar bike. Îro di Rojhilata Navîn de guhertin hatin çêkirin. Eger em sedsaliya Lozanê binirxînin û awayê çêkirina çareseriyan ji bo ku dûbare nebe bikin gereke em ked bidin. Ji bo vê yekê tişta ku li ser milê me dikeve di serî de li Başûrê kurdistanê statoyek heye gereke werê piştgirîkirin, li Rojavayê Kurditsanê destkeftiyên şoreşê hene divê ku bên parastin, gelê me li Rojhilatê Kuridstanê li ser piya ye û erka me hemûyan e ku em xwedî lê derkevin. Pêwîst e ku em van gavan bavêjin û diyalogên navbera Kurdistaniyan de bên avakirin bê şert. Ji bo ku lêvegerên kurdî bên çêkirin û van derfetan û şertan ji dest xwe nebin.”

‘Em ji bo diyalogan amade ne’

Mazlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew amade ne ji bo diyalogan bi hêzên Kurdistanî re ji bo parastina nirx û destkeftiyên Kurdistanê û bang kir ku hêzên Kurdî vegerin maseya ku nîvçê maye: “Em ji bo diyalogê bi tevahî hêzên kurdistanî re amade ne bê şert û merc. Berî çend salan QSD diyalogeke dabû meşandin û paşê ji ber gelek sedeman hat rawestandin. Îro bi vê munasebetê em dîsa amade ne ji bo ku cihê em lê mayî dewam bikin. hêviya me heye ji hêzên kurdistanî ku vegerin ser maseya diyalogê.”

Komxebat bi nîqaşan berdewam dike...