Komxebata li Şengalê didome

Komxebata li Şengalê bi axaftin û peyaman didome. Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal jî peyam ji komxebatê re şand û diyar kir ku kesî ku herî zêde girîngî dide civaka êzidî û Şengalê birêz Ocalan e.

Şengal-Komxebata ku bi rasthatina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi dirûşma ‘Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’ li Şengalê tê lidarxistin, didome.

Di berdewama konferansê de çalakvana civakî ya ku ji Bexdayî tevlibûye Bidûr El Cerah axivî û wiha got: “Civaka me ku bi dehan salan qirkirin dîtiye lê dîsa jî hêz û hêviya gelan e diafirîne û damezirandiye. Tevî ewqas gorên komî li ser axa we hene jî lê hîna we bi hêza xwe avakirina civakekî bihêz û azad damezerandiye. Li cihê her darekî zeytûna ya ku tê qutkirin emê bexçeyekî ji darên zeytûnan ê  renga reng weke Rojhilata Navîn ku çawa hemû rengên baweriyan û netewan têde ne, biçînin û ava bikin. Roja pîroz kesên pîroz hildibêjêre, bi baweriya Tawisê ku çawa hemû rengên jiyanê têde ne em silav û hezkirina xwe rê dikin û pêşkêşî we beşdarvanên hêja û bi rûmet dikin.”

Piştre sînevizyonek li ser komploya 15’ê Sibatê yê ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat temaşekirin.

Tecrîd bandora xwe li her derê dike

Piştî sînevîzyonê peyama bi dîmen a parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a berê û parlamentera Şirnexê ya niha Newroz Uysal hat temaşekirin. Newroz Uysal di peyama ku şandî de ev tişt anî ziman: “Îro li Şengalê bernameya ku hûn pêk tînin, taybetî di serî de dayik, jin û hemû beşdervanên komxebatê silav dikim. Birêz Ocalan ev 25 sal in li Gireva Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Komploya navneteweyî heta îro her diçe tecrîd girantir dibe. Bandora xwe li ser siyaset û Rojhilata Navîn, Kurdistan û baweriyên cudatir dike. Di nav 25 salan de dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ku şîrîkê komployê kirin, ne li gor hiqûqa Tirkiyeyê ne jî li gorî hiqûqa dewletên navneteweyî tevgeriyan. Ev sê sal in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Di nav 12 salan de tenê 5 caran hevdîtin bi birêz Ocalan re hatiye kirin. Ev jî 2019’an de tenê bi du parêzer re. Di nav salên dawî de herî kêm 6 caran hevdîtin bi malbatê re pêk hat. Û di nav 25 salî de birêz Ocalan tenê du caran di sala 2020 û 2021’an de mafê telefonê bi kar anî. Li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran û ewqas kûr heye ku nameyên ew dişîne nagihêje û her wiha em nizanin nameyên ku parêzerên wî, malbata wî, gelê wî û her derê cîhanê tên şandin digihêje destê wî yan na. Ev di sê salên dawî de qedexekirina hevdîtina parêzeran bi hincetên cezayên 6 mehan tê astengkirin. Ji bo hevdîtinên malbatan jî cezayên dîsîplînê ya sê mehan dikin hincet û hevdîtinan qedexe dikin. Lê belê li gorî hiqûqa Tirkiyeyê jî li gorî peymanên navdewletê jî cih jê cezayên dîsîplîn û biryara qedexekirina parêzeran nîn e. Nêzîkatiya wan nêzîkatiya siyasî û polîtîk e. Biryara dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya 2014’an li ser muebeta girankirî dibêje divê heta hetayê Birêz Ocalan û girtiyên din li girtîgehê nemînin. Lê belê ev biryar bi saya Tirkiyeyê nehat bicihanîn.. Dîsa biryara sala 2015’an, dîsa rewşa li ser Ocalan tecrîda ku tê meşandin  dibêje îşkence ye.”

Nêzîkatiya Ocalan a li hember Şengalê

Newroz Uysal destnîşan kir ku CPT di nava 25 salan de 10 caran hevdîtin pêk aniye, Girava Îmraliyê ziyaret kiriye, rapor amade kiriye û wiha got: “Li gorî raporên CPT birêz Ocalan li Îmraliyê di nav îzolasyonê de ye, tecrîdeke giran heye û divê pêşiya hevdîtina parêzer û malbatan bê vekirin. Û herî dawî di rapora CPT de dibêje ku rewşa Îmralî înkomîkado ye yanî keseke winda, kesekî ku tu agahî jê nîn e tê qebûlkirin. Lê belê dewleta Tirk guh neda raporên CPT jî. Biryara dadgeha komîteya mafê mirovan a netewa yekbûyî jî dibêje ku demildest parêzer û malbat hevdîtinê bike. Lê belê biryara komîteya mafê mirovan a netewa yekbûyî jî nehat bicihanîn. Bi kurt û kurmancî dewleta Tirkiyeyê bêhiqûqiyeke mezin dike. Sedema wê siyasî ye. Îro hûn li Şengalê ne, hûn dizanin birêz Ocalan a li hember civaka êzidî û Şengalê çi ye. Herî dawî di 2019’an de hevdîtin çêbû birêz Ocalan got cewhera azadiya kurdan cewhera netewa kurdan cewhera dîrok û çanda kurdan civaka êzidî ne, divê li Şengalê xweserî û xweparastin were avakirin. Û yê vê diparêze û pêşniyaran dike birêz Ocalan e. Tecrîda li ser birêz Ocalan di heman demê de tecrîda li ser xweseriya Şengalê, tecrîda li ser cewhera jina Kurd û gelê kurd e. Îro her xebatên ku hûn li wir dikin ku daxwaza azadiya birêz Ocalan li her derê cîhanê belav bû, em jî ev 12 roj in li Bakurê Kurdistanê weke meşvanên azadiyê dimeşin. Ez li ser navê parêzerên birêz Ocalan, li ser navê partiya me BDP û Dem Partiyê, li ser navê meşvanên ku 75 hevalên me dimeşin,  silavê ji konferansa we re dişînin, serkeftinê dixwazin. Em ê bi hev re bi ser bikevin her bijî gelê me, her bijî gelê Şengalê, her bijî jinên Êzidî.”

Komxebata li Şengalê bi semîneran didome.