Komkujiya Parîsê li Mexmûrê hat şermezarkirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) qetilkirina hersê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla ya di 9’ê Çileya 2013’an de, bi meşekî girseyî şermezar kirin.
Mexmûr - Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê, sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ev komkujî li seranserî Kurdistan û cîhanê deng veda û îro jî jin û gel daketin qadan û komkujî şermezar kirin.
Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî bi meşek komkujiya Parîsê şermezar kirin. Meş bi tevlîbûna şênî û xwendekarên wargehê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Ke’, ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin. Herwiha pankartên li ser wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin hilgirtin. Piştî ku meş li ber deriyê Netewên Yekbûyî bi dawî bû daxuyanî hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di şexsê her sê jinên şoreşger de ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.
‘Wê bi têkoşîna Rêbertî ya rizgariya jinê serkeftin bibe ya gelê Kurd’
Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de di şexsê Sakîne Cansiz û rêhevalên wê de hemu cangoriyên azadiyê bibîranî û wiha got: “Îro 11 sal li ser komkujiya Parîs re derbas dibe û hîna ev komkujî nehatî ronîkirin, di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya duyem hat dubarekirin. Hêzên desthilatdar, hêzên hegemon ku dixwazin pergalên xwe yên avakirî li ser ked, beden, rih û hestê jinê bide berdewam kirin, têkoşîna rizgariya jin ku di pêşengtiya Rêber Apo de û bi rêhevaltiya heval Sara destpêkirî wek kelemek di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de li pêşiya van kiryarên wan asteng e. Jinên ku ew dixwazin bikin kole û amûrek bikaranînê ji bo pergala xwe Rêbertî bi têkoşîna rizgariya jin ku dayî destpêkirin yek yek wan jinan ji wê pergalê rizgar dike û bi fikrê xwebûn û hebûna xwe dipêçe û dixe ser riya têkoşîna rizgariya jinê.”
‘Bê guman wê hesap ji kujer û hevkarên kujeran were pirsîn’
Fîlîz Budak diyar kir ku bi pêkanîna komkujiyê re dewleta Tirk xwest tekoşîna rizgariya jinê tasfiye bike û got: “Di sala 2013’an de pêvajoyên ku muzakere dihatin nîqaş kirin bû, pêvajoya ku şoreşa Rojava destpêkirî û belavî cîhanê dibû. Di kesayeta jinên Kurd de, îdeolojiya rizgariya jin, paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê belav dibû, qetilkirina pêşenga vê şoreşê peyamek bû ku bêjin em hîna hêzên desthilatdar xwedî heman fikrî ne em nahêlin li ser vê xakê jin û civak bibin xwedî îrade. Peyamek wiha bû ku dan Rêbertî, projeya ku di kesayeta jinê de tu dixwazî pêşbixî, em rê nadin gavek pêşde biçe. Lê ji bo vê jinên Kurd, Rêbertî û Tevgera Azadiyê ji bo van hêzan vale derbixe 11 salin ji bo ji kujeran hesap bixwazin li kolanan, taxan û li herderê li ser linganin.”
‘Emê bi têkoşînê deynê xwe yê li beramberî şehîdan bidin’
Budak di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna jinan a azadiyê wê teqez bigihije serkeftinê û wê jin azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln mîsoger bikin û wiha got: “Wê serkeftin ya têkoşeran be ku îro Rêbertî ev 25 salin li beramberî vê tecrîdê têkoşînek dide meşandin. Ger ku îro li çiyayên Kurdistanê di tunelan de zarokên vê civakê yên fedayî bi her awayî li beramberî vê hêza Nato ya duyemîn têkoşînek bê hempa didin meşadin, bê guman wê serkeftin ya îradeya gelê me, gêrîlayên vî gelî û Rêbertî be. Em cardin dibêjin emê hesabên dîrokî bixwazin, ji ber têkoşîna me dîrokî ye. Emê rizgariya jin bigihînin encamê ku bikaribe di asta giştî jinên cîhanê de dinava vê pergalê de bikare xwe biparêze, xwe îfade bike û hebûna xwe bide berdewam kirin. Ev jî deynê me ye ku li beramberî heval Sara û bi hezaran jinên şehîd em bikarin bidin û ev jî deynê me ye ku em bikaribin pergala Îmralî bişkînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.