Komîteya Tendirustî ya Kongra Star li dijî tecrîdê daxuyanî da

Komîteya Tendirustî ya Kongra Star Efrîn-Şehba bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li CPT kir ku bi erkê xwe rabe û tavilê dawî li van binpêkirinan bê anîn.

Şehba – Li dijî cezaya disiplînê û girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de, Komîteya Tendisrustî ya Kongra Star Efrîn-Şehba daxuyanî da. Daxuyanî li Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîna Şehbayê bi beşdarbûna jinên di nava Yekîtiya Êzdiyan, Desteya Jin, Kongra Star, Heyva Sor a Kurdî, Desteya Tendirustî, kadroyên navenda Şehmeran a Tiba Xwezayî hate dayîn.

Daxuyanî ji hêla endama komîteya tendirustî ya kantona Efrîn-Şehbayê Evîn Elî ve hate xwendin.

'Rêber Apo zindan veguherand kela berxwedanê'

Evîn Elî bal kişand ser komploya navnetewî û wiha pê da çû: "Komploya navneteweyî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an de ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi sîstema kapîtalîst li dijî Rêber Apo hate kirin. Rêber Apo yê 75 salî zêdetirî 3 salin di bin tecrîdê de ye û nahêle bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Rêbertî bi tena serê xwe di hucreya yekkesî de rastî gelek îşkenceyên derûnî û fîzîkî tê. Şert û mercên giran ên li Girava Îmraliyê di demeke dirêj de ji bo jiyana mirovan, ne guncav e û hem ji aliyê bedenî û hem jî ji aliyê derûnî ve dibe sedema gelek nexweşiyên giran, ev jî binpêkirina hemû qanûn û pîvanên navneteweyî ye. Rêber Apo ev girtîgeh veguherand kela berxwedanê û li ser esasê edaleta civakî fikir, felsefe û projeya xwe ya Netewa Demokratîk a jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyên netewî, olî û çandî de belav kir."

'Tecrîd û cezaya disiplînê bi lez bê rakirin'

Di nava berdewamiya daxuyaniyê de Evîn Elî banga dawîkirina tecrîdê kir û got: "Em weke Ofîsa Jinê û Meclîsa Tenduristiya Jinê ya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrîn-Şehbayê, tecrîd û cezayên dîsîplînê yên bê heq û ne rewa yên zêdetirî bîst û pênc salan li ser Rêberê me ferz dikin, şermezar dikin. Yê ku erka xwe ya bilindkirina rola jinê û bilindkirina moralê ji bo rizgarkirina wan ji destê desthilatdarî û serdestiya kapîtalîst girtibû ser milê xwe û li ser esasê gotina Rêber Apo ku sedsala bîst û yekan sedsala azadiya gelên bindest û azadiya jinê ye."

'Divê CPT erka xwe ya rast pêk bîne'

Evîn Elî wiha bi dawî kir: "'Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên bi pêşengiya Rêxistina Ewropî CPT ya Li Dijî Îşkenceyê dikin ji bo destwerdana lezgîn bikin û kontrolkirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocelan komîteyek ji hiqûqnas û bijîşkan ava bikin û destûr bidin ku malbat û parêzerên wî pê re bicivin, her wiha rewşa wî ya tenduristiyê kontrol bikin, ji bo amadekariya serbestberdana fizîkî ya ji zindanê."