Komîteya Şilêr erîşên dewleta Tirk ên li ser zarokan şermezar kir

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan derbarê hedefgirtina zarokan de daxuyaniyek bi nivîskî weşand.

Navenda Nûçeyan – Di 18’ê Çileyê de dewleta Tirk bi balafirên bê mirov êrîş bir ser gundê Maşoqa yê di navbera Dêrik û Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di encama êrîşê de Ehmed Ebdulxanî Salim yê 12 salî jiyana xwe ji dest da. Komîteya Şilêr a şopandina mafên zarokan Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek da û li dijî hedefgirtina zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li her kesê kir ku peywirên xwe bi cih bînin.

Daxuyaniya Komîteya Şilêr wiha ye;

“Wekî tê zanîn dewleta Tirk êrîşên xwe nedaye sekinandin û rojane li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bombeyan dibarîne, bi teyareyên bê mirov û bi çekan bombe dike û di encamê de zarokên me jiyana xwe ji dest didin û şehîd dikevin. Di dîroka 18’ê Çileya 2023’an de bi balafirên bê mirov li aliyê gundê Maşoqa di navbera Dêrik û Qamişloyê de wesayîdek hedef girt û bombebaran kir û di encamê de zarokek bi navê Ehmed Ebdilxenî yê 12 salî jiyane xwe ji dest da.

Ehmed Ebdilxenî xeyalên wî wekî xeyalên hemû zarokan hebû ku jiyana xweş bi dayik, bav û hevalên xwe re bijî lê dewleta dagirker a tirk xeyalên wî û hevalên wê fetisandin.

Bi navê hemû zarokên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû zarokên cîhanê em bangewaziya xwe ji hemû dewletên navnetewî yên ku li ser mafên mirovan û mafên zarokan dixebitin dikin ku li erkên xwe xwedî derkevin û pêwîst e van êrîşan bidin sekinandin. Em bang li hemu kesên xwedî wijdan dikin ku bi erkên xwe rabin. Nehêlin zarok werin kuştin.”