Komeleya Yekitiya Jinên Mexribê: Jin rastî her cure tundiyê tên

Komeleya Yekitiya Jinên Mexirbê di têkoşîna li dijî tundiyê de piştgiriyê dide jinan û xebatên pêşîlêgirtina tundiyê dimeşîne, bal kişand ser zêdebûna tundiyê û diyar kir ku divê li gel rêziknameyên qanûnî xebatên hişyariyê bên kirin.

HANAN HARITE

Mexrib–Komeleya Yekitiya Jinên Mexirbê ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinan û piştgiriya jinan a têkoşîna li dijî tundiyê xebatên xwe didomîne. Seroka Yekitiya Jinên Mexribê Khadija Ahlîel diyar kir ku gelek jin ji ber ji aliyê hevserên xwe ve rastî tundiyê tên serî li komeleyê dane û destnîşan kir ku rewşa xirab a aborî û bikaranîna madeyên hişbir tundiyê zêde dike.

‘Jin rastî her cure tundiyê tên’

Khadija Ahlîel diyar kir ku armanca wan ew e bi bernameya “Axaftina Çarşemê” ya ku ji aliyê komeleyê ve tê lidarxistin, êşên jinên rastî tundiyê hatine sivik bikin û got ku bi bernameyê jin beşdarî parvekirinan dibin. Khadija Ahlîel da zanîn ku her roj 26 dosya ji komeleyê re tên û got:

“Di dosyayan de der barê jinên rastî tundiyê hatine de agahî hene. Ev jin jinên ku rastî her cure nêzîkatiyê hatine ne. Jin di serî de aborî, dijîtal, civakî û derûnî rastî her cure tundiyê tên. Hinek jin ber bi întiharê ve diçin. Em bi psîkolog, xebatkarên civakî û parêzeran re hevkariyê dikin. Parêzer ji bo jinên ku dixwazin sûcdarên îstîsmarê derxin pêşberî dadgehê, piştgiriya hiqûqî dikin.”

‘Divê qanûn bê guhertin’

Khadija Ahlîel bal kişand ser guhertina qanûna malbatê û zagona têkoşîna li hemberî tundiyê ji bo nehiştina tundiyê û got: “Mexribê di sala 2018’an de zagona têkoşîna li dijî tundiyê pejirand lê rêjeya tundiyê her diçe zêde dibe. Çareserî guhertina hişmendiyê ye. Beriya her tiştî pêwîst e bi malbatan re bên gel hev û ji wir guhertinek bê destpêkirin. Ji ber ku bingeha civakê malbat e. Divê malbat li ser xetereyên zewaca zarokan bên perwerdekirin.”

‘Em hewl didin derfetên aborî pêşkêş bikin’

Khadija Ahlîel diyar kir ku ew dixwazin di têkoşîna li dijî tundiyê de jinan di warê aborî de bi hêz bikin û got: “Em hewl didin derfetên aborî pêşkêşî jinan bikin. Ji bo ku jin bigihîjin serxwebûna xwe ya aborî em projeyên taybet didin destpêkirin. Li aliyê din me li dijî tundiya li ser jinan jî kursên hişyarkirinê li dar xistin.”

‘Bandorê li ruhê min û keça min kir’

Jinên ku der barê pêşîlêgirtina tundiyê de beşdarî civîna danûstandinê ya ji aliyê Komeleya Yekitiya Jinên Mexribê ve hat lidarxistin bûne, tundiya ku li hemberî wan hatiye kirin anîn ziman û yek ji jinên ku nexwest navê xwe bide wiha got:

“Ez di temenek biçûk de hatim zewicandim. Der barê zewacê de tiştek nizanibûm, der barê kesê ku pê re zewicîm de jî min tiştek nizanibû. Ez rastî nêzîkatiyên xirab hatim, pêwendiya min a bi malbata min re hat astengkirin, hem fîzîkî hem jî devokî ez tacîz kirim. Vê jî bandorê li ruhê min û keça min a ku tenêtî hilbijart kir. Heta min Komeleya Yekitiya Jinên Mexribê nas kir ez di vê rewşê de bûm. Ew civînên ku komeleyê li dar dixstin ez jî beşdar dibûm û ew tiştên ku min jiya, ji bo bi jinên din re parve bikim min di komeleyê de dest bi xebatê kir. Dê doz der barê mêrê ku salên min ên herî xweş bi min da windakirin û weleyeta keça min girt were vekirin. Ez ji qanûnê bê xeber bûm, komeleyê bawerî da min, ez êdî qebûl nakim kesek min biçûk bixe, ez ê keça xwe ji tirs û neheqiyê dûr bigrim.”

‘Hevjînê min ê berê nefeqeyê ranezand’

Jinek din ku beşdarî xebatên komeleyê bû diyar kir ku ji ber ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê dihat biryara hevberdanê daye û wha got: “Bi salan ez rastî heqaretê hatim lê belê ji bo zaroka xwe min sebir kir, lê nebû. Nêzîkatiyên xirab û tevgerên dubare bandorê li ruhê min kir, ji ber vê jî min biryara hevberdanê da. Hevjînê min ê berê ji berpirsyariyê reviya û nefeqeyê ranezand. Ji bo ez mesrefa kurê xwe pêk bînim, ez neçar mam li saziyekê karê paqijiyê bikim lê belê li ruxmê ku dixebitim jî ez nikarim hemû pêwîstiyan pêk bînim. Bavê kurê min ji bo kurê min perwerdeyek baş bigre û jiyana baş berdewam bike berpirsyariya xwe qebûl nake û tu alîkariyê nade.”