Komeleya Jîn û Newroz çalakiyek li ber ESCWA li Beyrûdê li dar xist

Komeleya Jinan a Jîn û Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz bi çalakiyek li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ESCWA ya li Beyrûdê kampanyaya 16 rojan ji nû ve zindî kirin.

KAROLÎN BAZÎ
Beyrûd – Bi destpêkirina kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li ser jinan, Komeleya Jinan a bi navê Jîn û Komeleya Çandî û Civakî ya bi navê Newroz li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ESCWA ya li Beyrûdê, ji bo xurtkirina berxwedanê ya li dijî her cure tundî û faşîzma baviksalarî û balkişandina ser yekitiya jinan çalakiyek pêk anîn.
"Divê Neteweyên Yekbûyî bi şopandin û pêkanîna biryaran jinan biparêze"
Der barê çalakiya bi boneya kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li ser jinan de, Seroka Komeleya Newroz a Çandî û Çivakî Henan Osman ji ajansa me re axivî û wiha got: "Li ser navê Komeleya Newroz û Komeleya Jîn, ji bo şermezarikirina tundî û zewaca bi darê zorê, me îro hejmareke jin kom kirin û li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ESCWA çalakiyek li dar xist."
Henan diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî ku biryarên xwe derxistiye, bi taybetî piştî belavbûna vîrusa koronayê ku rêjeya tundiya li dijî jinan di civaka Lubnan, Kurd û hemû welatên cîhanê de zêde kiriye, eleqedar nîn e bi cîbicîkirina van biryaran û wiha pê de çû: "Îro em bi vê çalakiyê peyamekê ji Neteweyên Yekbûyî re dişînin ku parastina jinan ne tenê bi derxistina biryaran e lê bi şopandin û bicihanîna van biryaran û alîkarî û piştgirîkirina jinan ji bo rawestandina li hemberî tundiya ku li ser wan tê kirin."
Henan anî ziman ku Navenda Komeleyê li Beyrûdê penagehek e ji bo hemû jinên ku rastî tundiyê tên û keçên ku bi darê zorê tên zewicandin di civaka Kurd li Lubnanê de û her wiha civaka Lubnanî bi xwe jî.
"Dagirkerî awayê herî hovane yê tundiyê ye"
Seroka Komeleya Jîn a jinan Buşra Elî eşkere kir ku wan ev çalakiya sembolîk li dar xistine da ku bi vê munasebetê piştrast bikin ku ew li dijî tundiya li ser jinan di her cure û astê de têdikoşin û wiha berdewam kir: "Weke Komeleya Jîn, li gel vê çalakiyê me dest bi gelek çalakiyan kir, me semînerek bi riya zoomê li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dar xist. Her wiha me bal kişand ser mijara dagirkeriyê ji ber ku dagirkerî awayê herî hovane yê tundiyê ye û bûye sedema gelek felaketên wekî qirkirina jinan. Em şahidên qirkirina jinan a fizîkî, çandî, derûnî û ruhî ne."
Buşra got ku di vê çalakiyê de wan behsa mijara şîdeta li Mexribê û Sultana Xaya ya Mexribî ku ev salek e di mala xwe de dorpêçkirî ye, dagirkirina Îsraîlê ya li ser Filistînê û pirsgirêka girtiyên siyasî yên jin ku rewaş wan a tenduristiyê nebaş e û ji mafên xwe yên herî bingehîn bê par in, kirine û wiha pê de çû: "Girtina van jinan bi xwe şîdet e, ji ber ku ji bilî têkoşîna wan a ji bo mafên xwe tu sedemek girtina van nîn e."
Buşra bal kişand ser qetilkirina xwişkên Mîrabal a di 25'ê Mijdara 1960'an de û got ku heta îro jî mirov nikare bibêje tundiya li ser jinan, tevî hemû peymanên nevneteweyî yên ku piştgirî didin azadî û mafên jinan, kêm bûye û wiha berdewam kir: "Li Afganistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiye, Yemen, Lîbya, Sûdan û welatên din ên Rojhilata Navîn jî qetilkirina çalakvanên siyasî yên jin zêde bûye."
Buşra da zanîn ku ev çalakî ji bo ferzkirina li ser Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên navdewletî ku divê erkên xwe pêk bînin pêk hatiye û wiha axivî:"Peymanên navneteweyî yên ku hatine pejirandin li ku ne? Ne ji bo îstîsmara desthilatdaran û ne jî di nava malbatê de tu berpirsyarî nayê kirin û qurbanî her tim jin in. Divê rêxistinên navneteweyî girîngiyê bidin cîbicîkirina peyman û biryarên navneteweyî û hemû sûcdar werin cezakirin."
“Em bang li jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin”
Seroka Foruma Aştiyê ya Jinên Sûriyeyê û endama Însiyatîfa Jin a Têkoşîna li Dijî Tundiya li Dijî Dagirkeriyê ji bo Ewlehî û Aştiyê Îman Fîtih jî têkildarî beşdarbûna çalakiyê ji ajansa me re axivî û wiha got: "25'ê Mijdarê Roja Cîhanî, Roja Pirteqalî ya Jinan û Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ye. Tundî ne rewşek nû ye, ji demên kevnar ve heye. Jin her tim ji ber çend sedemên civakî û olî, li hemberî vê şîdetê bêdeng bûn lê îro divê dengê jinan were bilindkirin da ku ev şîdet li hemû axa Sûriye, Lubnan û cîhanê bi dawî bibe."
Îman peyamek ji jinan re şand û wiha got: "Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku dengê xwe bilind bikin da ku hemû kesên pîroziya jinan binpê dikin û dibin sedema şîdetê werin cezakirin. Di însiyatîfê de em hewl didin piştgiriya jinên ku rastî şîdetê hatine bikin 
em hêvî dikin ku hemû jinên cîhanê di nav aştî û ewlehiyê de bijîn."
"Yekitiya jinan çavkaniya hêza wan e"
Rêvebera Têkiliyên Giştî ya Saziya Xêrxwaziya Jinan Sûad Ebdulrehman helwesta xwe û hevgirtina xwe bi jinên cîhanê re bi taybetî jinên Kurd û Filistînî re piştrast kir û silav ji hemû jinan re şand û ji wan re wiha got: "Ji ber ku em hemû jin ne yek dest in lewma şîdet li me tê kirin divê em hemû bibin yek da ku em dawî li şîdetê bînin. Yekitiya jinan çavkaniya hêza wan e."