Komeleya Amna ji bo jinên rastî tundiyê tên piştgiriyê dide

Komeleya Amna ya Parastina Jinên Rastî Êrîşa Zayendî tên, ji jinên rastî tundiyê tên re xizmetên derûnî, hiqûqî, pîşeyî, rênîşandan û şêwirmendiyê dide, li dijî çanda tundiyê ya di civakê de jî têdikoşe.

HANAN HARÎTE

Mexrib– Komeleya Amna ya Parastina Jinên Rastî Êrîşa Zayendî tên, bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di sala 1998’an de li bajarê Tangier ê bakurê Mexribê hat damezrandin. Aktîvîsta mafên mirovan û cîgira seroka komeleyê Leila Harûn, bal kişand ku komele serdemeke ku behskirina diyardeya tundiya li ser jinan tabû bû, hatiye avakirin.

'Navendên bêhnvedan û piştgiriyê hatin avakirin'

Leila Harûn, da zanîn ku ew ji bo jinên rastî tundiyê tên piştgiriya derûnî û hiqûqî didin û diyar kir ku dixwazin bêdengiya li dijî tundiyê bişkînin. Leila Harûn, anî ziman ku ji bo têkilîdanîna bi jinên rastî tundiyê tên re divê mekanîzma bên avakirin û wiha got: “Jinên ku serî li navendê didin, bi gelemperî ji jinên ku rastî gelek cureyên tundiyê yên wek zayendî, fizîkî û aborî tên pêk ten. Ez dikarim diyar bikin rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna ji holêrakirina tundiya di civaka Mexribê de hevkariyek misoger dikin. Bi armanca piştgiriya jinên rastî tundiyê tên, qadên wek navendên guhdarkirinê, rêbertiyê û piştgiriyê hatin avakirin.”

'Jin bi gelemperî di nava malbatê de rastî tundiyê tên'

Leila Harûn, da zanîn ku jin rastî tundiya pir alî tên û gelek mafên wan tên binpêkirin û wiha axivî:

“Li Mexribê jin gelemperî di nava malbatê de rastî tundiyê tên. Wek Komeleya Amna em hewl didin bi çalakî û xebatên xwe re çanda tundiyê ya di civakê de biguherînin. Lingê herî girîng a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, şikandina bêdengiya jinên rastî tundiyê tên e. Her wiha parastina hiqûqî ya mafên jinan e. Em li dijî tundiyê gelek xebatan dimeşînin. Em girîngî didin xebatên hişmendiyê ku ji bo jinên rastî tundiyê tên tundiyê gilî bikin.”

'Hewldanên hikûmetê gelekî kêm e’

Leila Harûn, da zanîn hewldanên hikûmet û saziyên fermî yên pêwendîdar ên ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê gelek kêm in û wiha got: “Divê çanda tundiyê ya di civakê de bê guhertin. Dema em rewşa jinan baş bikin dê pêşeroja nifşên pêşerojê bê misogerkirin. Leila Harûn, bal kişand ser zewacên di temena zarokatiyê de û wiha got: "Divê di mijara metirsiyên vê diyardeyê de kampanyayên hişmendî avakirin bên pêkanîn û madeyên zagonên têkildarî vê yekê bên guhertin. Ji bo jiholêrakirina zewacên di dema zarokatiyê de xebat meşandin pir girîng e. Divê ji bo berdewamkirina zarokên keç ên li herêmên dûr, derfet bên dayîn.”

Leila Harûn, da zanîn Komeleya Amna der barê jinên rastî tundiyên tên tevli jiyana aborî bike de jî xebatan dimeşîne û axaftina xwe wiha domand:

‘Em dixwazin şert û mercên civakê baş bikin’

“Jinên ku wek aborî serxwebûna xwe bi dest dixin, zêdetir ji xwe bawer dibin. Ji ber vê yekê jin di warên cuda yên profesyonel de têne perwerdekirin û wek aborî tên bihêzkirin. Em dixwazin bigihîjin pêşketina domdar û wekhevî û şert û mercên civakî baş bikin. Bihêzkirina aborî, di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de yek ji mekanîzmayên herî girîng e. Em bang li jinan dikin ku ji bo demên xwe bi awayekî herî baş bi kar bînin bixebitin û hewldanên xwe bikin yek. Em dikarin bi têkoşîna hevpar re di civaka Mexribê de pêşketina jinan a hemû qadan misoger bikin."