Kombenda Newroz: ‘Xanima şanoya Kurdî’ li pey xwe şopek mezin hişt

Kombenda Newroz a Çandî û Civakî ji ber koça dawî ya lîstikvan û hunermenda Kurd Gulistan Tahir peyamek sersaxiyê weşand û anî ziman ku ew yek ji stêrkên geş ên dikê bû.

Navenda Nûçeyan – Kombenda Newroz a Çandî û Civakî li Lubnanê, ji ber koça dawî ya lîstikvan û hunermenda Kurd Gulistan Tahir peyamek sersaxiyê weşand.

Kombendê di peyama xwe de da xuyakirin ku ew ji ber koça dawî ya vê "sembola afirîner" gelekî xemgîn in û sersaxiyên xwe yên ji dil ji malbat û civaka hunerî re xwestin. Her wiha hate tekezkirin ku windakirina Gulistan Tahir ji bo qada hunerî û dikê ya Kurdî valahiyeke mezin e, ji ber ku ew yek ji stêrkên herî geş ên wê qadê bû.

‘Windahiyeke mezin a hunerê’

Peyama sersaxiyê ku ji aliyê Komîteya Medyayê ya Kombenda Newroz ve hat weşandin, bal kişand ser jêhatîbûna bêhempa ya hunermend Gulistan Tahir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hewesa wê ya kûr ji bo zindîkirina karakteran û veguhestina peyamên hunerî ji temaşevanan re, ew kiriye kesayeteke pir taybet û koça wê ji bo tevahiya civaka hunerî windahiyeke bêhempa ye.

‘Xanima şanoya Kurdî’

Piştî koça dawî ya hunermendê, hevjîn û hevkara wê ya hunerî di kariyera wê ya afirîner de, ew wekî "Xanima şanoya Kurdî li herêma Rojavaya Kurdistanê" bi nav kir. Diyar kirin ku ev sernav ne tesaduf e, belkî encamek xwezayî ya beşdariyên wê yên berfireh û bandora kûr e ku wê li ser şano û hezkiriyên hunerê hiştiye.