Kolbernews: Parêzer Raziye Haşimî hat binçavkirin

Parêzer Raziye Haşimî ku bi xwe ji xelkê Abdananeyê ye, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat binçavkirin û birin cihekî nediyar. Tevî ku çend roj derbas bûne jî, aqûbeta wê nayê zanîn û malbata wê nîgeran e.

Navenda Nûçeyan – Zext û tundiya rêjîma Îranê li ser çalakvan, parêzer û civakê bê navber didomin. Ev polîtîkayên tepeserkirinê nîşaneya tirs û lawazbûna desthilatdariyê ne ku bi hedefgirtina jinan dixwazin dengê civakê bi tevahî qut bikin. Di vê çarçoveyê de, parêzer Raziye Haşimî hat binçavkirin û aqûbeta wê ne diyar e.

Ji 27’ê Tebaxê ve Çarenûsa parêzer nediyar e

Li gorî malpera nûçeyan a Kolbernewsê, di 27’ê Tebaxê de parêzer Raziye Haşimî ya xelkê bajarê Abdananeyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê ve hatiye binçavkirin. Hate zanîn ku binçavkirina Haşimî bêyî nîşandana tu biryar an jî belgeyên qanûnî pêk hatiye û ew birine cihekî nediyar.

Hewlên malbata Parêzer Raziye Haşimî bêencam man

Tevî ku çend roj di ser binçavkirina wê re derbas bûne jî, heta niha ji aliyê saziyên fermî ve tu daxuyanî nehatiye dayîn û malbata wê di nava nîgeraniyek mezin de ye. Hewldanên malbatê yên ji bo bidestxistina agahiyan li ser tenduristî û cihê girtina wê bêencam mane.

Hate ragihandin ku sedema binçavkirin û sûcdariyên li dijî parêzer Raziye Haşimî hîn jî nayên zanîn.