Koçberên Serêkaniyê: Me riya berxwedanê hilbijart

Koçberên Kampa Waşokanî tekez kirin ku dagirkeriya Serêkaniyê berdewamkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e û gotin ku 5 sal in li kampê bi berxwedanî, têkoşîn û zehmetiyan re jiyana xwe didomînin û ew riya berxwedanê hilbijartine.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navnetewî dest pê kir. Di heman dîrokê de dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişê herêma bakurê Sûriyeyê kir ku roja destpêkirina êrişê 20’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di encamê de bajarê Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin û 5 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne.

Ji Serêkaniyê ji 200 hezarî zedêtir kes koçber bûne û bi hejmarekî zêde sivîl derbasî kampan û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûn. Hesekê koçberên Serêkaniyê pêşwazî kir û Kampa Waşokanî ava kir ku niha 16.000 kes lê dimînin. Ji ber hejmara zêde ya koçberan di 16’ê Tebaxa 2020’an de Serêkaniyê hat avakirin û 12.655 koçber li wir bicih bûn. Kampên di bin sîwana Reveberiya Xweser de alîkarî ji Neteweyên Yekbûyî nabînin. Ruxmî zehmetiyên ku koçber di nava kampê de dijîn daxwaza wan vegera Serêkaniyê û têkbirina dagirkeriyê ye. Di heman demê de li herêmên dagirkirî sûcên destdirêjî, şîdet, îşkence û revandinê li dijî jinan didomin. Hejmarek mezin ji jinan di girtîgehên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de hene û di rewşên nediyar de ne.

‘Me riya berxwedanê hilbijart’

Têkildarî mijarê koçberên Kampa Waşokanî 5 emîn salvegera êrişên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê şermezar kirin û ji ajansa me re nirxandin kirin.

Zibêda Ehmed yek ji jinên koçberên Serêkaniyê ye da zanîn ku dagirkeriya Serêkaniyê berdewama komploya 1998’an e û got: “Her kes dizane ku di eynî dîrokê de çi qewmiye, bi komploya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kirin xwestin bi riya wê gel û rêberê gel ji hev qut bikin lê armanca wan pêk nehat lewma ew komplo heya roja îro jî bi her rê û rêbazê berdewam dike. Di heman demê de êrişên li ser Serêkaniyê û dagirkeriya wê berdewama komployê ye. Em jî bersiva ji bo komployê bi hebûn û  berxwedana me ya li kampa Waşokanî ku 5 sal in berdewam dike didin. Em dikaribûn sînoran derbas bikin lê me vê layiqî xwe nedît û me riya berxwedaniyê hilbijart da ku xak û bajarê xwe rizgar bikin. Di hundirê kampê de koçber gelek zehmetiyan dikşînin lê kes ji birçîna namire em xwedî maf in û em ê heya dawî li pey mafên xwe bin. Serêkaniyê bi keda van koçberan hatiye avakirin û em dev ji keda xwe ya salan bernadin.”

‘Bi komployê gel hedef digrin’

Emîna Ehmed yek ji koçberên Serêkaniyê ye destnîşan kir ku êrişên li ser Serêkaniyê komployek li dijî îrade û rêxistinbûyîna gelan bûye û wiha axafttina xwe domand: “Li Serêkaniyê me xwe birêxistin kiribû jiyana bi ewle û xweş hebû lê dewleta Tirk xwest vê ewlehî û rêxistinbûyîna me hedef bigre û êriş kir. Niha 5 sal di hundirê kampê de em dijîn rewşa koçberan zehmet e heya roja îro rêxistinên mirovî konê me neguherandine. Alîkariya ku tê dayîn têrî koçberan nake, em ber bi zivstanê ve diçin gerek konên me nû bikin. Em dixwazin vegerin Serêkaniyê, mafê dewleta Tirk tune ye were mal û bajarê me dagir bike û em di bin konan de bijîn. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe rabin, em erdê xwe dixwazin tiştekî din naxwazin, xaka me ya me ye.”

Li gorî aghiyên ku me ji Rêveberiya Kampa Waşokanî girt nêzî 281 malbatên Serêkaniyê hene navê xwe qeyd kirine lê kon tune ye ku wan li kampê bi cih bikin.