Koçberên Serêkaniyê banga vegera li warê xwe kirin

Bi hezaran koçberên Serêkaniyê li kampa Waşukanî li dijî dagirkirina bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk ve xwepêşandan li dar xistin û kon vedan.

Hesekê-Bi rasthatina salvegera 4`an a dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi hezaran koçberên Serêkaniyê li kampa Waşukanî meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji pêşiya dibistana kampê heta kon a hatiye vedan, berdevam kir.

Endama Rêveberiya Kampa Waşukanî ya Sûriyeyê Mihemed axivî û got: “Ji 4 salan ve, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî, war û malên ma dagir kirine. Dewletên cîhanê tev şirîkên sûcên dewleta Tirk a dagirker û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Em tiştek naxwazin em tenê vegera Serêkaniyê dixwazin. Ji bo vegerê heya dawî em ê li berxwe bidin.”

Di dawiya xwepêşandanê de sînevîzyonek têkildarî jiyana aştiyane ya li bajêr, hat pêşandan.

Di bernameya roja duyemîn de di bin balafirên êrîşên dewleta Tirk de komîn, Meclis, Kongra Star a Kantona Hesekê û gel serdana kon kirin.

Zarokê bi nave Mihemd Ebid El –Rezaq axivî û got: “Ez Mihemedê ku bi çekên kîmyewî bedena min hat şewitandin im. Em êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên me şermezar dikin. Ez bang li tevahî cîhanê dikim ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.”

‘Em dixwazin vegerin warê xwe’

Jina bi navê Emîna Hisên da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze gelên li herêmê qir bike û wiha got: “Em îro derketine meşê ji bo şermezarkirina dagirkirina bajarê xwe, em ê li ser piyan bin heya em vegerin warê xwe. Em tu alîkarî naxwazin ên ku dixwazin alîkariya me bikin bila destên xwe ji axa me berdin û bibin alîkar ji bo em vegerin warê xwe.”

Hesna Ewîdî jî yek ji koçberên Kampa Waşokanî ye wiha got: “4 sal di ser berxwedan, êş, zehmetî û koçberiyê re derbas bûn. Em nawestin em ê li ser piyan bin. Dewleta tirk bi nêzbûna 4 emîn salvegera dagirkeriyê bi van êrîşan dixwaze tirsê bixe dilê me. Îro derdora kampê dike hedef lê em jî dibêjin em li vir in em li ber xwe didin û em ê vegerin warê xwe.”

Konê çalakiyê bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.