Koçberên li kampa Idlibê hewl didin xwe ji sermayê biparêzin
Di sermaya zivistana dijwar û nebûna pêdiviyên jiyanê li kampên Idlibê de zehmetiyên koçberan zêde dibin. Jinan diyarkirin ku ji ber sermayê li kampan mirin zêde bûne.
HEDÎL EL OMER
Idlib – Jinên koçber ên li Idliba li Bakurê Sûriyê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk û komên cîhadîst HTŞ’ de ye bi komkirina êzing û tepikan hewil didin xwe zarokên xwe ji semayê biparêzin.
Jinan ji ajansa me re behsa zehmetiyên xwe kirin û diyar kirin ku rojane ev hewil didin ji sermayê re çareserî peyda bikin.
‘Pereyên min tune ne ez madeyên germkirinê bikirim’
Elyaa Melhan a 31 salî koçber e û dayîka 4 zarokan e got: "Ez paşmayên textan ji zeviyên nêz kom dikim û li kêlek konê xwe datînim. Pereyên min tune ne ez madeyên germkirinê bikirim. Êzing çareseriya tekane dijî sermayê ye. Ev tenê têrê nekir. Ez niha tepikan tînim zuha dikim û weke êzing bikar tînim. Ez ji gundan fêrî vê bûm."
‘Ne pere ne alîkarî ne jî dermankirina nexweşiyan hene’
Koçbera bi navê Beraa El Heramî ya 28 salî ku bi heman pirsgirêkê re rû bi rû dimîne dibêje: "Zarokên min bi rebû ketine ji ber dûmana di hundirê kon de. Zarokên min herdem nexweş in. Du bijardeyên min hene. Yan em ê ji serma re bimrin yan jî em ê bi nexweşiyên sîngê bikevin. Em neçar in berê xwe bidin çareseriyên berdêl û bi zirar. Ti bijarde li pêşiya me tune ne. Madeyên germkirinê gelekî buha ne û zehmet e werin peydakirin. Piştgiriya rêxistinan jî nemaye. Yek tona Bîrîn gihîştiye 250 dolarên Amerîkî û yek bermîl mazot gihîştiye 200 dolaran. Komir jî 150 dolar in."
Beraa El Heramî wiha domand: "Em her tiştê dişewite dişewitînin. Plastîk cawên kevin û heta bi pêlavên kevnar. Ez nizanim wê kengî azara me bidawî bibe. Ne pere ne alîkarî ne jî dermankirina nexweşiyan hene."
‘Ji ber sermayê li kampê mirin zêde bûye’
Naciye El Teraf Jina a 60 salî jî li kêlek konê xwe rûniştiye û wiha dibêje: "Min xeyal nedikir ez ê di vî temenê xwe de êzingan bidim hev. Destê min dêşin. Pişta min nema debar dibe lê belê wê kî ji min re êzingan bîne eger ez neçim. Ez her tiştî vêdixim. Ji qutiyên plastîkê heta bi cilên kevnar û carnan li beramberî hinek xwarinê ez hinek êzing ji cîrana xwe digrim. Ez wiha xwe diqedînim. Bi daketina pileyên germahiyê li kampê mirin zêde bûye rewşên mirinê li kampê gelekî zêde bûne. Zivistana par cîranê me yê temen mezin bi sedema sermayê mir. Ev yek min ditirsîne bi taybet ez nexweşa şekir û dextê me ji ber wê dive ez hewil bidim alavên germahiyê peyda bikim."