Koçberên ku xwestin sînorê Yemenê derbas bikin hatin gulebarankirin

Rêxistina Çavderiya Mafê Mirovan ragihand ku yekîneyên Erebîstana Suîdî bi sedan koçberên Etîyopyayê ên ku xwestin sînora Yemene derbas gulabaran kirin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Çavderiya Mafê Mirovan ragihand ku leşkerên Erebistana Siûdî bi çekên doçka û topên hewanê gule bi sedan welatiyên Etiyopyayî yên ku dixwestin ji Yemenê derbasî welat bibin barandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dibe ku windahiyên canî bigihêje hezaran.

Hat diyarkirin ku ji ber şerê navxweyî yê 2 salan a li herêma Tîgray a li bakurê Etiyopyayê nêzî 750 hezar Etiyopyayî koçî Erebîstana Siûdî bûne. Neteweyên Yekbûyî NYberiya niha der barê zêdekirina êrîşên leşkerên sînor ên li ser sînorê Yemenê û gulebarankirina koçberan de, der barê Erebistana Siûdî de lêpirsîn dabû destpêkirin. Rayaderên  Erebistana Siûdî berê red kiribûn ku leşkerên wan koçber qetilkirine.