Koçberên ji Girê Spî: Em ê dest ji berxwedanê bernedin

Şêniyên bajarê Girê Spî ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk ev 5 sal in koçber in, di 5’emîn salvegera dagirkirina bajarê xwe de meşiyan. Koçberên Girê Spî teqez kirin ku ew ê dest ji berxwedana vegera warê xwe nedin.

Eyn Îsa – Dewleta tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşeke dagirkeriyê bi ser bajarê Girê Spî û Serêkaniyê ve anî ku di encamê de herdû bajar ji wê demê ve dagirkirî ne. Bi hezaran şêniyên ji SerêkaniyÊ Di 5’emîn salvegera dagirkirina Girê Spî de koçberên ku li kampa Til El Semin dimînin bi meşeke girseyî ku hemû pêkhateyên Girê Spî ji Kurd, Ereb û Turkmen beşdar bûn, li dijî dagirkeriyê meşiyan.

Meşa ku li kampê hat birêxistinkirin, di bin silogana “Bese ji dagirkeriya tirkiyê li ser herêmên me, li ser berxwedan û vegera warê xwe em bi biryaran in” pêk hat. Di meşê de posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û PYD’ê hat hilgirtin û siloganên “bese ji dagirkeriyê re”, “bijî berxwedana QSD” û “berxwedan jiyan e” bê navber hatin berzkirin.

Piştî meş rawestiya, hevseroka Meclîsa Girê Spî Fadîle Mihemed daxuyaniya nivîsîkî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi wesîleya 5’emîn salvegera dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, em biryardarî û îsrara koçberên ku di kampên berxwedanê de dijîn pîroz dibînin. Şêniyên ku koçberî û jiyankirina bi rûmet li şûna mayîna di bin siya dagirkeriyê de hilbijartin bi dil û can silav dikin. Em weke koçberên Girê Spî ji kampa Til El Semin dibêjin ku ji bo rizgarkirina bajarên xwe yên dagirkirî êdî dem hatiye ku yekîtî û hevkariyeke bi hêz di navbera gelên Sûriyê de pêk were da ku em garantiya rizgarkirina herêmên xwe û vegera koçberan bigirin.

Dîroka ku em îro jiyan dikin ji bo me bîranîneke gelek bi êşe û wê her tim di bîra me de bimîne. Em bi qasî êşa xwe bi îsrar û bi biryar in ku bajarên xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin, dîrok jî şahîd e ku her tim vîna gelan bi serdikeve û dagirkerî têk diçe. Em weke gel di zanebûna hemû pilan û siyaseta dewleta tirk de ne. Dewleta tirk ku beriya dagirkirinê piropogandeya xwe dikir ku wê herêmên bi ewle ava bike, îroj deverên ku dagir kiriye veguherandiye navdên terorê. Her wisa demografiya bajarên me dide guhertin û ew dever ji resentiya xwe derketine.

Dewleta tirk li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê erdîngariya xwe dorfereh dike. Lewra em dibêjin ku divê em li dijî vê siyasetê têgihiştî bin û neyên xapandin. Ji bilî berxwedan û hevgirtinê tu çareseriyên din di destên me de tune ne.”