Koçber di her qadê de rastî tundî û êrîşên zayendî tên

Koçberan, di rêwîtiya koçberiyê de heta ku ji aliyê rayedarên ewlehiyê ve tên girtin û ji navendên “stargeh û binçavkirinê” tên bi cih kirin, rastî pêkanînên tundiyê ên wekî revandin, eşkence, heps, tacîz û êrişê tên.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî – Piraniya koçberên bêpargal ên ku hewl didin bi rêya deryayê bigihîn Ewropayê, ji Lîbyayê ku bi taybet piştî di sala 2011’an de belavbûna qaçaktiya çek û mirovan welatê herî mezin ya Afrîkaya Bakur û ji bo koçberiyê herêma herî guncaw hatiye qebûl kirin, derbas dibin. Di serî jinên koçber beşek mezin ya koçberên bêpargal, ji destpêka rêwîtiya koçberiyê heta ji aliyê rayederên ewlehiyê ve tên girtin û ji navendên “stargeh û binçavkirinê” tên bi cih kirin, rastî pêkanînên tundiyê ên wekî revandin, eşkence, heps, tacîz û êrişê tên. Koçberên ku navendên stargeh û binçavkirinê tên cih kirin, bi darê zorê tên lê vegerandina welatên ku neçar mane biteriqînin.

Rastî tundiya bipergalî tên

Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, belge kirin ku hejmarek mezin koçber di malên binçavkirin de rastî eşknece û êrişa zayendî tên. Koçberan, rastî êrîşa zayendî, binçavkirina keyfî û binpêkirinên bipergalî yên din re rû bi rû tên hiştin. Ev binpêkirinên li dijî koma jinan ya herî qels a koçberiya bêpergal re hin zêdetir tê pêkanîn.

Peyman tên binpêkirin

Çalakvana mafên mirovan, Serokata Komîsyona Civaka Sivîl a Lîbyaye Parêzer Mabrouka Palmer, diyar kir ku koçberên bêpergal ên Lîbyayê di gelek rewşan de ji bilî êrişa devkî û zayendî rastî tundiya êrişa zayendî tên. Mabrouka Palmer da zanîn ku bi van binpêkiri û êrişan re peymanên navneweteyî tên binpêkirin û wiha got: “Jinek li kuderê be bila bibe, koçberek qanûnî be an ne, divê bi awayekî ku rûmet û mafên wê bên parastin mualeme bibîne. Ev mafên wê yên herî bingehîn e.”

‘Divê muameleyên li gorî qanûnê bibînin’

Mabrouka Palmer a der barê mekanîzmaya ku ji bo kêmkirina tundiya li dijî koçberan û koçberên bêpergal yê di navendên binçavkirinê/malên stargehê de pêwist dike axivî, wiha got: “Ev mekanîzma, ji bo berfirehkirina kontrola hikûmetê ku li ser navendên ku li bihezaran koçberan stargeh dike ye. Mabrouka Palmer diyar kir ku, mafê koçberên jin û koçberên bêpergal e ku li gorî maf û qanûnan bi awayekî mirovî muamele bibînin. Mabrouka Palmer bang li rayedarên ewlehiyê û saziyên hikûmetê kir ku bi vê diyardeyê re hin xurt û bi hêz eleqeder bibin.

‘Binpêkirinên giran tên jiyîn’

Mabrouka Palmer a anî ziman li Lîbyayê ji bo koçberên neqanûnî serdana gelek malên stargehê kiriye, behsa binpêkirinên koçberan ya li van navendan jiyîn kir. Mabrouka Palmer wiha got: “Li malên stargehên li rojavayê Lîbyayê li dijî koçberên bêqanûnî binpêkirinên giran tên jiyîn. Li gorî raporên rêxistinên navdewletî, tê belgekirin ku jinên koçber ji aliyê rêveberên van navendan ve bi awayekî berfireh rastî êrîşên fîzîkî, zayendî û devkî tên.” Mabrouka Palmer anî ziman ku divê rêxistinên navneteweyî yên têkildarî koçberan û mîsyona Neteweyên Yekbûyî ji koçberan re stargehên guncaw biparêzin û ava bikin, dest nîşan kir ku divê ev saziyan tundiya li dijî koçberên neqanûnî kêm bikin.

Mabrouka Palmer di zêdekirina hay hê hebûnê de balkişand li rola rêxistinên sivîl û diyar kir ku saziyên sivîl û saziyên vê dosyayê re girêdayî, di mijara mekanîzmaya têkoşîna bi koçberan de xebatan dimeşînin û hewl danên mezin didin..

10 hezar koçber derbas dibin

Di rapora ku li ser hesabê Twitterê yê fermî ya Rêxistina Koçberiya ya Navneteweyî hat weşandin de, hat destnîşankirin ku di navbera Çile û Gulana 2022'an de hejmara koçberên neqanûnî yên bi rêya deryayê ji peravên Lîbyayê hatine Îtalyayê nêzî 10 hezar û 932 koçber e.