‘Kobanê neket, yên êrişî destkeftiyên jinan dikin wê bikevin’

Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglu di roja cîhanî ya Kobanê de daxuyanî da û got: “Kobanê neket, wê nekeve, yên êrişî destkeftiyên jinan dikin wê bikevin.”

Enqere – Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglu û Koordînasyona jinan bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist.

Halîde Turkoglu 1’ê Mijdarê roja cîhanî ya Kobanê li jinan pîroz kir û da zanîn ku berî 9 salan li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke wekî destanan hatiye dayîn û navê vê têkoşînê jî ‘Kobanê’ ye û diyar kir ku berxwedana li Kobanê ji bo hemû jinên cîhanê bûye îlham û wiha got: “Kobanê çirûska têkoşîn û serhildana jinan e. Kobanê navê têkoşîna rêhevaltî, rêxistinbûna jinan e. Ev jin li ser sînorên bi dîwaran hatine honandin, hatin ba hevdu. Li ser axa Kobanê bi têkoşîneke enternasyonal şoreş şîn bû. Ev têkoşîna wekî destenekê ji bo hemû jinên li cîhanê re bû îlham. Kesên gotin wê Kobanê bikeve hewes e wan di qirika wan de ma. Bila 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dîsa li me hemûyan pîroz be. Em silavên xwe ji bo jinên Kobanê yên li dora felfeseya 'Jin jiyan azadî' kom bûn, dişînin."

‘Bê tehemulî li dijî destkeftiyên Kurdan heye’

Halîde Turkoglu destnîşan kir ku li Kobanê bi pêşengiya jinan jiyana nû hatiye avakirin û wiha domand: “Gundên komun ên jinan, kooperatîf û akademiyên jinan hatin avakirin. Li Kobanê bi her awayî pêvajoya avakirinê didome. Lê belê li dijî statuya li Kobanê hat bidestxistin bêtehemuliyek heye. Loma jî êrişên îqtîdarê didomin. Bi kîn û dijminatiyekê ya bi dawî nabe xelkê Kobanê hedef digrin. Cihên sîvîlan bombebaran dikin û dixwazin bi vî rengî vê axê bê mirov bihêlin. Di serî de jin xelkê Kobanê jiyaneke nû ava dikin lê ji aliyekî ve jî li dijî êrişên AKP-MHP'ê serhildana xwe didomînin. Ev êrişana nîşaneya bêtehemuliya li hember destkeftî û statuya gelê kurd e." 

‘Em dest ji piştevaniyê bernadin’

Halîde Turkoglu da zanîn ku her carê desthilat bi hêcetek cûda êrîşî Kobanê dike û wiha got: “Em vê yekê dîsa tînin bîra desthilatê. Em ê tu carî dev ji piştevaniya bi jinên Kobanê re bernedin. Hûn bi hemû alavên xwe yên şer êriş bikin jî hûnê nikaribin Kobanê bidin. Wekî ku we 9 sal berê nikaribû bixista. Ji ber Kobanê baxçeyê gelan e, keda jinan û serhildanan jinan e. Wê tu hêz li hemberî îradeya jinên dawî li zilma DAÎŞ'ê anî, bi ser nekeve.”

‘Aşkere bû ku doza kumpasê ye’

Halîde Turkoglu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser doza Kobanê û da zann ku ev doze kirine hêceta girtian partiye û wiha got: “Bi îddianameyên ne rast û bi îfadeyên şahidên veşartî derket holê ku ev doza kompasê ye. Kesên nêzî desthilatê ne bûn serokên şandeya dadgehê. Têkiliyên bi rêxistinên sûc ên serokê şandeya dadgehê re hate îfşakirin. Loma eçar man ku serokekê din ji bo dadgehê hat hilbijartin. Derket holê ku beyanên şahidên veşartî xwe naspêre esasên şênber. Di vê dozê de gelek skandalên hiqûqî derket holê tevî hemû gendeliyan jî ev doz didome.

‘Wê serkeftin a me be’

Lîstika li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat kirin, bi parastina hevalên me yên jin ên ji vê dozê dihatin darizandin hat astengkirin. Hevalên me di her danişîna xwe de desthilatdariya serdest a mêr didarizînin. Dijminatiya dewleta serdest a mêr a li hemberî Kurdan berdewam dike. Em jî û hevalên me jî li hindir an jî li derve ferq nake. Em dest ji gotina 'Şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye' bernedin. Em ê kêliyekê jî dest ji hevkariya bi jinên Kobanê re bernedin. Mîna li Kobanê û Şengalê, di vê dozê de jî wê jin bi ser kevin. Emê bi ser kevin. Ji ber ku em rast in. Em ne li kêleka kesên sûcê mirovahiyê dikin, li aliyê jinên li dijî vî sûcî têdikoşin in.

‘Li Kobanê êrîşên li dijî destkeftiyên jinan wê bikeve’

Yên ku modela jiyana nû ya di pêşengiya jinan de li Kobanê jiyanî kirin, dan zanîn ku rêya 3'emîn li ser axa Kobanê pêkan e. Rêya 3'emîn ji bo kesên ku bi fikra komara demokratîk re dibin yek û di jiyana hevpar de israr dikin, modela berxwedanê afirand. Kobanê; nîşaneya wê yekê ye ku vedibêje jiyaneke wekhev, adil û hevpar bi gelan re pêkan e. Tu hêz, tu tank, top û çek nikarin vê şoreşa ku bi ked û bedelên mezin pêk hatiye têk bibin. Di vê çarçoveyê de banga me ji hemû jinan re eve; werin em bi hev re li dijî êrîşên li ser Kobanê bi mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûna xwe rabin. Werin em hevrêyên xwe yên jin ên ji ber ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bi jinên Kobanê re di nava piştevaniyê de ne, tên darizandin, zêde bikin. Em soza xwe ya ji bo jinên efsanewî yên Kobanê ku îlhama têkoşîna me ne, dubare dikin. Soza me ya ji bo Arîn, Kader, Sîbel, Hevrîn Xelef û hemû jinên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane ev e. Kobanê neket û nakeve. Yên ku êrîşî Kobanê û destkeftiyên jinan ên li Kobanê dikin wê bikevin.”