KJAR: Em hemû bibin dengê jinên Efganistanê

KJAR’ê diyar kir ku pirsgirêka jinên Efganistanê sînorên erdnîgarî nas nake û bang li hemû hêzên azadîxwaz û bi taybetî li jinên çalak kir ku hemû bibin dengê jinên Efganistanê.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji ber zêdebûna qedexe û zextên li ser jinên Efgan, daxuyaniyek weşand. KJAR’ê polîtîkayên Talîbanê yên li ser jinan şermezar kir û banga berfirehkirina hevgirtinê bi jinên Efganî re kir. KJAR’ê wiha got: “Pirsgirêka jinên Efganistanê sînorên erdnîgarî nas nake. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên azadîxwaz û bi taybetî li jinên çalak dikin ku em hemû bibin dengê jinên Efganistanê.”

Di destpêka daxuyaniya KJAR’ê de hat destnîşankirin ku Rojhilata Navîn îro di qonaxeke dîrokî de ye û wiha hat domandin: “Siyaseta şerxwaz a dewlet-neteweyan li dijî civakê roj bi roj berfireh dibe. Di navenda vê kaosa dîrokî de, hêzên civakî û bi taybetî jin, guherbarên herî hestiyar, stratejîk û diyarker ên siyasî yên herêmê ne û hêza bingehîn a guherînê pêk tînin.”

‘Tirsa hevpar a Talîban û pergala serdest a Îranê jin e’

Di berdewama daxuyaniyê de KJAR’ê balkişand ser êrîşên dawî yên Talîbanê yên li dijî jinan û wiha pê de çû: “Di çend rojên dawî de em şahidê êrîşên rejîma Talîbanê ya li dijî jinên Efganistanê bûn, êrîşên ku demeke dirêj e bi awayekî domdar heta îro jî didomin. Dema ku em li siyaseta pergala zilamsalar dinhêrin, şîrovekirina van êrîşan ne zehmet e. Ji ber ku tirsa hevpar a Talîban û pergala serdest a Îranê jin e.”

Daxiyaniya KJAR’ê wiha berdewam kir: “Li aliyekî, li Efganistanê hewl tê dayîn ku jin ji hemû qadên jiyanê werin dûrxistin. Li aliyê din jî li Îranê sêdareyen rejîmê roj bi roj zêde dibin. Her du rejîm jiyana xwe ya îdeolojîk bi kontrolkirin zordestî û tunekirina jinan ve girê didin. Ya ku îro li Îran û Efganistanê derbas dibe, du rûyên yek pereyê ne û ji heman feraseta zilamsalar derdikevin.”

‘Dengê jinan di qada giştî de wek sûc tê dîtin’

KJAR’ê îşaret bi mijara azadiya jinan kir û wiha anî ziman: “Bi salan e ku mijara azadiya jinan û gihîştina wan bi mafên wek mafê nan, kar û jiyanê bûye doktrîna ewlehiyê, bûye xetereyek ji bo rejîma Talîbanê. Ji ber vê yekê li Efganistanê deriyên dibistanan û zanîngehan li ser keçan tên girtin, mafê kar ji wan tê stendin û heta dengê jinan di qada giştî de wek sûc tê dîtin. Ev, hewldanek sîstematîk a ji bo tunekirina hêza pêşeng a civakê ye.”

‘Diruşmên Jin Jiyan Azadî û Nan, Kar, Azadî manîfestoya nû ya Rojhilata Navîn in’

KJAR’ê tekez kir ku îro li Rojahilata Navîn manîfestoya fikrî bi pêşengiya jinan tê hûnandin û wiha berdewam kir: “Lê li hember vê hegemonya zordariyê de ya ku di binyata civaka Îran û Efganistanê de pêk hatiye, derketinekî nû ya îdeolojîk a jinan e. Sloganên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Nan, Kar, Azadî’ tenê daxwazên aborî yan siyasî yên demkurt nînin. Ev slogan manîfestoya fikrî ya nû ya Rojhilata Navîn in. Ev felsefeya nû nirxên bingehîn ên Rojhilata Navîn ji nû ve pênase dike. Ji ber vê yekê divê em li ser vê rastiyê bisekinin ku jin ne li kêlekê jiyanê ye, belkî navenda bingehîn a dubare afirandina çand, hişmendî û azadiyê di civakekê de ye. Ya ku îro tê jiyîn, berxwedana çend salan a jinan a li dijî hizra tarî ye.”

Banga ‘em hemû bibin dengê jinên Efganistanê’

KJAR’ê tevahî polîtîkayên zilm û zordariya li dijî jinan şermezar kir û wiha domand: “Di dawiyê de wek KJAR em her cure şîrovekirinên dogmatîk û siyasetên dijmirovî yên rejîma Talibanê yên li dijî çalakî û beşdariya jinan a di hemû qadên civakê de, şermezar dikin. Her wiha em dibêjin ku pirsgirêka jinên Efganistanê sînorên erdnîgarî nas nake. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên azadîxwaz û bi taybetî li jinên çalak dikin ku em hemû bibin dengê jinên Efganistanê.”

Daxuyaniya KJAR’ê bi diruşmên “Bijî tekoşîn û çalakiyên jinên Afganistanê”, “Bijî yekgirtina jinan”, “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.