KJAR’ê ji bo Werîşe Mûradî bang kir

Rewşa tenduristiyê ya endama KJAR'ê Werîşe Mûradî ya ku 'li dijî cezayê îdamê' dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, her diçe xirab dibe. KJAR'ê bi daxuyaniyekê bang li Werîşe Mûradî kir ku dawî li grevê bîne.

Navenda Nûçeyan – Rewşa tenduristiyê ya endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evînê ya paytexta Îranê Tehranê girtî ye û di 10'ê Cotmehê Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Îdamê ya Cîhanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir her diçe xirab dibe.

Li gorî agahiyên ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê parve kiriye; Werîşe Mûradî ya di Tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên girêdayî Wezareta Îstixbarata Îranê ve hat revandin û rastî îşkenceyên giran hat, di 15 rojên ku di greva birçîbûnê de ye, 7 kîloyan winda kiriye tansiyona wê dadikeve, êşen dijwar ên mîgrenê û êşa movik û piştê dest pê kiriye. Di parvekirinê de tê diyarkirin ku rewşa tenduristiya Werîşe Mûradî ji ber îşkenceyên giran dîtine her diçe xirabtir dibe. Hat diyarkirin ku divê Werîşe Mûradî dev ji greva birçîbûnê berde û hat gotin ku Werîşe Mûradî dev ji grevê bernedaye û serûmê red dike.

Piştî parvekirina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî ji bo bidawîkirina greva biçîbûnê bang li Werîşe Mûradî kir. Di daxuyaniya KJAR’ê de hat diyarkirin ku metirsî heye Werîşe Mûradî bikeve komayê û hat gotin ku dê têkoşîna wê li derve were bilindkirin

Di berdevamiya daxuyaniya KJAR’ê de wiha hat gotin:

“Ji raya giştî û jinên têkoşer re;

Li gorî nûçeya ji Girtîgeha Evînê; hevala Werîşe Mûradî ji ber ku tansiyona wê ketiye rewşa wê nebaş bûye û dibe ku bikeve komayê.

Endama KJAR’ê hevala me Werîşe Mûradî, di Tebaxa 2023’yan de ji aliye hêzên Îranê ve hat girtin, bi mehan di bin îşkenceyê de ma. Ji aliyê dadgerê dadgeha ku lê dihat darizandin, Salawatî ve bi “îxanetê” hat sûcdarkirin û heta niha girtî ye. Werîşe her wiha ji bo cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn şermezar bike, di tûra duyemîn a dadgehê de tevli danişînê nebû.

Werîşe Mûradî, di 10’ê Cotmeha 2024’an de, di Roja Têkoşîna bi Cezayê Darvekirinê re de, li dijî cezayên darvekirinê yên ji aliye Îranê ve tên dayîn dest bi greva birçîbûnê kir. Vê çalakiya bi cesaret a Werîşeyê, gihîşt girtîgehên ku bûne cihên jinên berxwedêr, kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin. Banga berxwedanê ya jinên girtî gihîşt hemû aliyên cîhanê.

Komîte dê bi dorveger dest bi greva birçîbûn bikin

Weke KJAR’ê li dijî vê rewşê em peywira xwe dizanin û bi ruhê têkoşînê, rêhevala xwe ya berxwedêr û pêşenga xwe silav dikin û dixwazin dawî li greva xwe ya birçîbûnê bîne. Komîteyên me dê greva xwe bidomînin. Li ser vê bingehê dê ji sibê û pê ve li hinek welatên Ewropayê ji bo piştgiriya bi Werîşe Mûradî û hemû girtiyên siyasî re, hemû kesên ku bi xetera darvekirinê re rûbirû ne, em ê 3 roj greva birçîbûnê ya dorveger, bidin destpêkirin.

Em bang li hemû kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin dikin ku piştgiriyê bidin û Werîşe û girtiyên jinên ên li girtîgehên Îranê destek bikin û biparêzin.

Serkeftiyên rast ên şer dê mirovahî û azadî be!

Jin Jiyan Azadî!”