Kevana Zêrîn: Em soza mezinkirina mîrateya Hozan Mîzgîn didin

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn bi wesîleya salvegera 31’emîn şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydîn) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn bi boneya salvegera 31’emîn şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydîn) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di Têkoşîna Azadî de Fermandara mezin Şehîd Mîzgîn ji bo hemû nefer qistasê hunermendbûn, mîlîtantî û welatparêzî ye û wiha got: “Bi kesayeta xwe ya dilnizm, fedakâr, têkoşer û kedkar hemû zarok, ciwan û gel re bû mînak, di dîrok û mêjiya gel de wekî dagistanekî cihê xwe girt.”

Daxuyaniya Komîteya Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn wiha ye:

“Şehîd Hozan Mîzgîn bi bawerî û bi hişmendiya bîllûrî jiyan kir, bi rihê fedaî rêhevaltiya xwe parve kir, bi cewhera xwe ya şoreşgerî re, stranên rastiya Rêbertî ango PKK û gerîla dinîvisand û di dilê hemû kurdan de bi dengê xwe ev rastî neqişand. Hunera xwe bi gerîlatiya xwe hunand û di nav Tevgera Azadî de wekî jineke ji xwe bawer û xwedî vîna azad, yekem car berpirsiyartiya fermandariya eyalete girt li ser mile xwe. Rêbertî Rêhaval Mîzgîn bi erkekê giring ji welat ango çiya şand Ewropa. Li her derê û di bin hemû şert û mercan de, bi tempoyek bilind, bi bawerîya xurt û bi sekneke apoyî karê şoreşê bi serkeftin meşandin ji xwe re esas girt. Lewma dijmin jî li her derê Fermandar Mîzgîn digeriya, çelengtî, jîrbûn û bandora stranên şoreşgerî ya Rêhevala Mîzgîn bihistîbûn.

‘Bi rihê fedaî ya Kemalan, Mazluman, Egîdan berxwe dide’

Hozan Mîzgîn herî dawî di roja 11’ê Gulanê 1992’an de ji bo erkekî ji eyaleta Garzanê dema derbasê Tetwanê dibe, ji ber kû dijmin agahî girtiye,  yek bi yek malan digere. Di dawî de mala ku hevala Mîzgîn li te ye dibînin û dorpeç dikin. Bi dehan car malbat ji bo ku  hevala çeleng, ciwan û jêhatî xelas bikin diaxivin. Malbat dixwaze cilê xwe bide hevala Mîzgîn û bi zaroka derxe. xwediyê malê dixwazin bi xwe beranberî dewleta faşîst a dagirker şer bike û şehîd bikeve. Şehîd Mîzgîn jî pir bi xwînsarî nêz dibe û dixwaze malbatê biparêze û dixwaze malbatê di nav dorpeçê de rizgar bike û dibêje “dayê meraq neke, ezê we biparêzim.” Di beranberî êrîşa dewleta Tirk a faşist û dagirker de bi rihê fedaî wek Kemalan, Mazluman, Egîdan berxwe dide û tev li kerwana şehîdên Kurdistanê dibe. Di dilê gel de bi sekna xweya mîlîtanî, bi stranên xwe ya Gundîno Hawar û çemê Hezîlê bizavê Kurdistanê Azad çêkir. Lewma dayikekî xwedî zarokan dixwazê xwe di oxira Hozan Mîzgînê de xwe feda bike. 

‘Di dîrok û mêjiya gel de wekî dagistanekî cihê xwe girt’

Rêhevala hêja Hozan Mîzgîn li ser xeta hunera şoreşgerî yê kû Elî Doxan Yıldırım û Delîl Doxanan meşiya û pîvanên bingehîn ya kesayeta hunermend avakirin. Ji ber vê yekê di Têkoşîna Azadî de Fermandara mezin Şehîd Mîzgîn ji bo hemû nefer qistasê hunermendbûn, mîlîtantî û welatparêzî ye. Bi kesayeta xwe ya dilnizm, fedakâr, têkoşer û kedkar hemû zarok, ciwan û gel re bû mînak, di dîrok û mêjiya gel de wekî dagistanekî cihê xwe girt. Bi wesîleya 31’emîn Salvegera şahadeta rêhevala hêja, em Şehîd Mîzgîn bi rêzdarî bibîrtinin. Wekî Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn soza mezin kirina mîrateya Hozan Mîzgîn didin.

‘Roj bi roj vê lêgerîna xwe kûr û berfireh dike’

Gurbet Aydin, bi rêya fermandarê mezin Rêheval Egid Tevger û Têkoşîna Azadî nas dike, ji Rêbertî û şehîdan bandor dibe, û di despêke salê 1980 an de ji Elîhê tevlî têkoşînê dibe. Di nava cîvaka Kurd de, bi tenê serê xwe, di nav van salan de wekî jinekê beşdarbûna nava şoreşê dike. Di nav gel de jî kar û xebat dimeşine, gel radike ser piya û bi çend hevalên xwe  beşdarî tevgerê dibe û berê xwe dide çiyayên azad. Di dema zaroktiya xwe de bi taybetmendiya xwe ya xurt û cewherî bala derdorê dîkşîne ser xwe. Her tim dibêje “pêwîstê mirov durust nêzî jiyanê bibe. Ez ji axaftina durust hez dikim, ez ji kirdê ya durust û rast hez dikim”. Roj bi roj vê lêgerîna xwe kûr û berfireh dike û bersiva xwe bi fikir û ramanê Rêbertî  di azadiya jin û cîvakê de dibîne û biryara jiyana şoreşgerî dide. Weke mîlîtaneke pêşeng tevlî refên gerîla dibe.

‘Di avakirina Tevgera Jinan de jî rolêkî giring û aktîf pêktîne’

Di dengê Hozan Mîzgîn de qêrîna jinên bindest, welatê wendabûyî, di mirinê de ji nû ve zindî kirina kesayeta kurd veşartî ye. Li beranberî vê êş û azar de, di dengê Şehîd Mîzgîn de bawerîya serkeftinê, hêza têkoşînê, evîna welat, biryardariya serxwebûnê li bar bû. Hunera xwe bi erka şoreşê re dike yek, di zûrûfên herî zehmet de erka giran radike. Her tim bi moral û manewîyat tevdigere. Di sahaya Lûbnanê li cem Rêbertî dimîne. Di Akademiya Mahsum Korkmaz de perwerde dibîne. Rêber APO hevala Mîzgîn ji bo ku yekemin car Koma mûzîkê ya Koma Berxwedan ava bike dişine Ewropa. Di dema kurt de Hozan Mîzgîn û Hozan Sefkan bihev re Koma Berxwedan ava dikin û îlan kirina Huner KOM çêdikin. Di kar û xebata hunera şoreşgerî de çawa rolêkî sereke dieyze, di avakirina Tevgera Jinan de jî rolêkî giring û aktîf pêktîne. Di Kongreya 3. a PKK de beşdar dibe û Rêbertî rêhevala Mîzgîn bi perspektîfa Yekemin Kongreya Jinên Kurd a YJWK  dişîne ser xebata Ewropa. Û Hozan Mîzgîn bi xwe axaftina vekirina  Kongreya 1. ya YJWK dike.

Hozan Mîzgîn di aliye îdeolojîk, rêxistinî, felsefîk û cîvakî de kûrbûn, di kesayeta xwe de ahenga fîkîr-zikir-çalakî, di sekna xwe de jî sadebûn, çanda şoreşgerî, kurdewariya kû resen ava kiribû. Ji ber vî yekî jî di nav şoreşê de li gor demê erk girt, dijmin re bersiva herî xurt da û ji me re rêya azadiyê dest nîşan kir. Di sala 1983 de hozan Mîzgîn û Hozan Sefkan amadekariya yekemîn pîrozbahiya Newrozê Almanya ye dikin. Dema Şehîd Mîzgîn li ser sahnê de bi cil û bergê gelêrî stranên şoreşgerî dibêje û di dilê gel de xeyala welata azad xurttir dike, hesreta welat jî kemtir dibe.

‘Şehîd Hozan Mîzgîn jî lutkeya heqîqeta huner de jiyan kir’

Huner afirandina jiyanekî nû, seknekî rumetdar û jiyanekî komunal-demokratîk e. Huner xuluqadina hêviyeke nû, hezkirina jiyanê û ji heqîqetê par standin e. Şehîd Hozan Mîzgîn jî lutkeya heqîqeta huner de jiyan kir, jiyanek nû afirand. Bi nêzîkatîya xwe ya hunera şoreşgerî, di pratika rêbaza rêveberî, fermandarî û rêhevaltî de nirx û mîrateya mezin ava kir û bû mînak. Kelî bi kelî şoreşê re jiyan kir, berxwe da û diafirand. Di asta Fermandariya Eyaleta Mêrdînê de wekî yekemîn gerîlayekê jin erka berpirsiyartî girt ser xwe. Piştî Kongreya 4. ya. PKK êdî berê xwe dide Eyaleta Garzanê. Dema ji Herekolê ber bi Garzanê derdikevin rê, di nav germahiya meşa azadî de stranêkî nû dinivise. “Bîrlîk rêket lê lê, ji Botanê, çek bi destan çû Garzanê lê lê” dinivîse û yekiniya gerîla bi vî stranê bi kîlometreyan  dimeşîne. Hozan Mîzgîn bi dehan stranên nû bi vî sekin û rihê şoreşê afirandiye. Di xwe de kesayeta Apoyî ava kir. Hemû marîfet, hêz û danehev di xwe de xist xizmeta şoreşê û azadiya welat re.

‘Bi pêşengtîya xwe berxwedaniya çanda kurdewarî kir’

Di navenda kapîtalîzm de bi îmkana herî kem bi damezrandina Tevgera jin, çand û huner de wekî damezirîner kedekî dîrokî û cîvakî da û destanek ava kir. Ewropa cihê kû herî zede manewiyata mirovahî hatiye hedef girtin e. Cihêkî herî zede civakbûn hatiye parçê kirin e. Lê bi derketina Rêber APO ve jiyan û rewşa diasporaya Kurd hat guhertin. Di vê guhertin û zindîbûnê de ked û hewildana şehîd Mîzgîn pir diyarker e. Di xebata hevala Mîzgîn de, beranberî polîtîkayên bişaftin, înkar û îmha de bersiva herî mezin bû. Hozan Mîzgîn bi hunera xwe, bi fermandariya xwe, bi pêşengtîya xwe berxwedaniya çanda kurdewarî kir.

‘Em ê mîrateya hunera wê bişopînin û mezintir bikin’

Pêwîste hemû karkerên hunera şoreşgerî, rewşenbîr û nîviskar û hunermend, li gor heqîqatê Şehîd Mîzgîn tevbigerin û li ser mîrateya Hozan Mîzgîn, Hozan Sefkan, Hozan Serhad, Ş. Delîla, Ş. Sarya Baran, Ş. Xelîl Dag, Ş. Zerdeşt Mûnzûr, Ş. Berçem bimeşin, şopdarê wan bin. Pêwîste, wekî Hozan Mîzgîn, her karker û dostên hunerê herî zedê di vî demê de sekna welatparêzî û hunermendiya komple ango giştî raber bike. Dîsa beramberî baviksalarî, zayendperestî, faşîzm û diktatorî bisekinin. Emê bi hev re tecrîdê giran kirî ya li ser Rêber APO tûne bikin, pergalê îşkenceya Îmralîyê a 25 sala bişkînin. Wekî Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn bi wesîleya 31’emîn Salvegera şehadeta Rêhevala Fermandar Hozan Mîzgîn hemû şehîdên Kurdistanê bi minnet û rêzdarî bibîrtinin, soza girêdanbûna bîranîna wan dubare dikin û dibêjin emê mîrateya hunera we bişopînin û mezintir bikin.”