Kesên li Roboskê hatin qetilkirin hatin bibîr anîn
Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin di salvegera 12’emîn de hatin bibîranîn. Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de diyar kir ku dê tu carî komkujiyê ji bîr nekin û got: “Zîhniyeta ku Komkujiya Roboskê pêk anî, îro li Rojava komkujiyan dike.”
Şirnex – 19 jê zarokê 34 kesên di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilebanê bi bombebarana ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin, di salvegera qetilkirina xwe ya 12’emîn de li Goristana Şehîdan a Roboskê hatin bibîranîn.
Xizmên kesên hatine qetilkirin wêneyên kesên hatin qetilkirin hilgirtin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Seroka Giştî ya Partiya Jinûvevakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Hevserokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçuk, Endamê Lijneya Rêveber a Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Alî Bayram, serokên baroyên Amed, Elih, Mêrdîn, Şirnex û Wanê, serokên MEBYA-DER, TJA, Şaxên KESK û DÎSK’ê yên Şirnex, Mêrdîn, Amed, Êlih û Rihayê û gelek welatî tev li merasîma bîranînê bûn. Di bîranînê de beşdaran dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.
Birîn hêj mîna roja ewil e
Merasîma bîranînê, bi duayên ji bo qurbaniyan hatine xwendin dest pê kir. Piştre jî li ser navê Malbatê Roboskê Halîme Encu axivî. Halîme Encû, spasiya her kesên dengê wan bihîst û piştgirî dayîn kir. Bi domdarî Halîme Encu, anî ziman ku tevî 12 sal bi ser komkujiyê re derbas bûne jî birîna wan hêj mîna roja ewil e û wiha got: “Heta ku faîl tên darizandin dê dilê me rehet nebe. Em hejar bûn, li pey pariyê nanê xwe bûn. Tu tiştekî din nebû. Heta ku edalet neyê Roboskê dê neyê vî welatî jî. Em wan hewaleyî Xwedê dikin. Dilê me şewitî.”
‘Kê ferman da em tevekan jî dizanin’
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir Keskîn, bi bîr xist ku 12 sal berê 34 zarokên kurd bi balafirên şer hatin qetilkirin û wiha domand: “AKP-MHP her tim xwestin Botanê veguherînin qada şer. Li aliyê din ê sînor xwişk-bira û xizmên me hene. Mirovên me diçin aliyê din û tên. Hemû dinya bi vê dizane. Lê belê ji ber nêzikatiya dijminane, ev erdnîgarî her tim veguherî cihê komkujiyan. Heta niha hesabê tu komkujiyan nehatiye dayîn. Ev yek nîşan dide ku kujer ji hêla dewletê ve tên parastin. Mînaka vê ya herî mezin jî Roboskê ye.
Kê ev komkujî pêk anî, kê ferman da em tevekan jî dizanin. Lê kesek nehat darizandin. Ji ber ku dijminatiya wan a li hemberî kurdan bi qasî van çiyayan mezin e. Çareserkirina pirsgirêka kurd bi darizandina faîlên Roboskê û Apê Mûsa dibe. Em kurd dibêjin ku heta ku kujer hesabê didin dê têkoşîna me bidome. Heta ku em wan kujeran tînin ber lingê dayikên Roboskê dê ev têkoşîn bidome.”
Yên ku piştre axivîn diyar kirin ku ew di dema Komkujiya Roboskî de hatine û tiştên di wê serdemê de qewimîn bi bîr anîn. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku daraz û saziya siyasî erka xwe ya bingehîn bi cih neanîne û ti dosya û lêpirsîn jî bi encam nebû.
'Dema ku mijar dibe Kurd destûr û qanûn naxebitin'
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di bîranînê de axivî. Hatîmogûllari, got ku ew li rex sînorê bi pênûs hatiye xêzkirin diaxivin û wiha domand: “Komkujî jî tam li ser wî sînorî hate kirin. Dê dîroka cîhanê de Komkujiya Roboskê tu caran neyê jibîrkirin. Êşa wê dê her tim bidome. Belkî jî heke faîlên wê bihatina darizandin û cezakirin, dê ev êş hinek sivik bûbûya. Lê nehat kirin. Dema ev komkujî hatî kirin, hinek kes li ser navê hikûmetê axivîn û gotin; ‘Ji ber îstîxbarata xelet hate kirin.’ Hewl dan raya giştî bixapînin. Lê bi zanebûn û bi dilxwazî ev komkujî kirin.
Heta ku serokwezîrê wê demê ku niha serokkomar e vê bûyerê eşkere dike, hemû kes şirîkê vî sûcî ye. Berpirsyarên TSK’ê, Wezîrê Parastina Neteweyî û Serfermandarê Giştî yê Artêşê heta derdikevin pêşberî kamerayan û vê bûyerê eşkere dikin, dê şirîkên vî sûcî bin. Dema mijara behsa xeberê dibe kurd, Destûra Bingehîn jî naxebite. Jixwe wijdana wan tu carî tune bû.
Binêrin, piştî ku di encama vî şerê li kurdan tê ferzkirin de cenazeyên leşkeran hatin, yekser qadên sivîlan ên li Rojava bombebaran kirin. Heke hêj îro jî dayikên Roboskêyî daxwaza aştiyê bikin û di vê mijarê de bi israr bin, bila hemû gelên Tirkiyeyê hizra xwe bikin û li pey bigerin bê ka dê aştiyê çawa pêk bînin.
Binêrin, zîhniyeta ku li Roboskê welatiyên me qetilkirin îro hêj jî gelê kurd qetil dike. Ev zîhniyet hewl dide dengê gelê kurd û demokrasiyê qut bike. Lê em bi israr têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin. Ji ber ku em ji bo şehîdên xwe, ji bo dayikên xwe, ji bo ciwan û zarokên xwe deyndar in. Em li vir careke din vê sozê didin. Ev sînor 100 sal berê hatin xêzkirin û gotina ‘Kurdistan tune ye, kurd tune ne, kurdî tune ye’ li me ferz dikin. Li aliyê din ê sînor bi milyonan kurd dijîn. Ev fermana komkujiyê bi awayeke rasthatî nehat dayîn. Ew zîhniyeta ku sed sal berê ev sînorên çêker xêz kirin, ew zîhniyete ku li Roboskê komkujî pêk anî. Ew zîhniyete ya ku li Rojava komkujiyan pêk tîne.”