Kesên ku li Galatasarayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan

50 kesên ku di hefteya 957'an a çalakiya Dayikên Şemiyê de kelepçekirî hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Di hefteya 957’an a Dayikên Şemiyê de 50 kes bi lêdan û kelepçeyê hatin binçavkirin. 50 kesên ku di nav de Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî heye, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî nexweşxaneyê hatin kirin, heman rojê piştî kontrola tenduristiyê serbest hatin berdan.

Navê kesên hatin berdan wiha ne: 

Hanife Yıldız, Îkbal Eren, Besna Tosun, Masîde Ocak, Ayşe Gulen Eyî, Mikaîl Kirbayir, Îrfan Bîlgîn, Alî Tosun, Huseyîn Ocak, Eren Keskin, Gulseren Yolerî, Ûmît Efe, Huseyîn Kuçukbalabo, Huseyîn Kuçukbalaban, Eyşe Gulen Eyî, Eyşe Gulen Eyî, Takanay, Gulendam Ozdemîr, Îsmaîl Yûcel, Cuneyt Yilmaz, Firat Akdenîz, Taylan Bekîn, Sema Barbaros, Ahmet Ergîn, Zeynep Çelîk, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Gulîz Sağlam, Ferîde Eralp, Rojda Aksoyun, Evînglû, N. Cegar, Songül Sakin Öncel, Şevval Bulent Durmagit, Asel Bayram, Ezgi Karakuş, Dîlek Başalan, Aylin Karakaş, Selin Top, Atike Eski, Esmanur Yıldız, Davud Arslan, Ekinsu Devrim Danış, Hünkar Yurtsever, Hatzeran, Arat Diarank, Begali Kurnaz, Fethiye Kizmaz."

 Dayikên Şemiyê diyar kirin ku 50 kes serbest hatine berdan û wiha got: “Em dîsa dibêjin Galatasaray ya me ye. Divê hûn rêz li biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bigirin.”