Ceza li jinên ku komkujiya Sirûcê bîranîn hate birîn

Cezayê ragihandinê li 5 girtiyên ku bejdarî biranîna komkujiya Sirûcê birine, di nav de parêzera dozê Gulhan Kaya û edîtora ETHA Nadiya Gurbuz jî heye hate birîn.

Navenda Nûçeyan- Li Navenda Çandê ya Amara li navçeya Sirûcê beriya 8 salan çeteyên DAIŞ’ê êrîşa bombeyi pêkanî û divê êrîşê de 33 kes hatin qetilkirin. Ji bo biranîna komkujiya Sirûçê ji bo deqeyek rêz girtine di nava de ji parêzerên insiyatîfa Malbatên Suruçê, Gulhan Kaya û edîtora ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz hebû ceza li 5 jinên girtî hate birîn.   

Hat zanîn ku îdareya girtîgeha no 9 ya Marmara cezayê ragihandinê daye jinan. der barê dema cezayê de tu zanyariyek nehate bi destxistin. 

Navên jinên ku cezayê ragihandinê lê hatine birîn wiha ye: Ji parêzerên Însiyatîfa Malbatên Sirûcê, Gulhan Kaya, Endama Rêveberiya Komîteya Navendî ya Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Sînem Çelebî, edîtora ETHA Nadiya Gurbuz, Rêvebera  bajêr ya Partiya  Sosyalîtên bindest (ESP) Selvînaz Goçmez û Şûkran Yaren Tuncer.