Kesên ku di 1’ê Gulanê de hatin binçavkirin hatin berdan
192 kesên ku di 1’ê Gulanê de dema dixwestin biçin kolanên Taksîm û Îstîklalê yên ku hatibûn qedexekirin hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Di 1’ê Gulanê Roja Yekitiya Navnetewî, Hevgirtin û Têkoşînê de ji aliyê polîsan ve Meydana Taksîmê û Cadeya Îstîklalê hatibû qedexekirin, hatibû dorpêçkirin rojnameger jî di nav de 192 kesên ku xwestin derbikevin Meydana Taksîmê û Cadeya Îstîklalê hatin darbkirin û binçavkirin.
Hat zanîn ku 192 kesên bi lêdanê hatin binçavkirin, piştî îfadeya wan hat girtin hatine berdan.