Kesê ku îdia kir pêxember e 251 zarokan desteser kir

Hat tespîtkirin ku li Zîmbabweyê di çiftlika Ishmael Chokurongerwa yê 56 salî ku îdia dike pêxember e de 251 zarok hatine desteserkirin. Hat diyarkirin ku belgeya jidayikbûnê ya 246 zarokan tune ye.

Navenda Nûçeyan- Li Zîmbabweyê Ishmael Chokurongerwa yê 56 salî ku îdia dike pêxember e, di serdegirtina li jîngeheke ku 16 gorên neqeydkirî lê hene de hat girtin. Polîsan, tesbît kirin ku li vir 251 zarok bi kedeke erzan hatine xebitandin û êrişa zayendî li wan hatiye kirin.

Belgeyên jidayikbûnê yên 246 zarokan tune ne

Hat diyarkirin ku ji 251 zarokan belgeya jidayikbûnê ya 246 zarokan tune ye. Berdevkê polîsan, diyar kir ku Ishmael Chokurongerwa di çiflikek 34 kîlometreyan dûrî paytextê de lîdertiya mezhebekî ku zêdetirî hezar endaman wî hene dike.

Zarok ji bo mezinên terîqetan hatin xebitandin

Hat diyarkirin ku zarokên hatin rizgarkirin, ji bo berjewendiyên mezinên terîqetê neçarî pêkanîna aktîvîteyên curbecur ên fizîkî hatine kirin. Derket holê ku zarokên di temenê dibistanê de neçûne dibistanê û bi keda erzan hatine xebitandin û hemalî bi wan hatiye kirin.

Gorên 7 pitikên ku mirina wan nehatiye ragihandin hatin dîtin

Polîsan, dan zanîn ku di nava gorên hatine keşifkirin de gorên 7 pitîkên ku dayikbûn û mirina wan nehatiye ragihandin jî hatine dîtin. Hat diyarkirin ku Ishmael Chokurongerwa yê ku xwe bi navê 'Pêxember Îsmaîl' pênase dike, bi 7 alîkarên xwe re êrîşa zayendî ya li dijî zarokan jî di nav de ji ber sûcên ku kirine hat binçavkirin. Mala çiftlikê ya mijara gotinê, ji aliyê endamên terîqetê ve weke "axên wehdkirin” tê pênasekirin.