Kêmkirina cezayê tecawizkar bû sedema xwepêşandanên mezin li Swîsreyê
Piştî ku biryara kêmkirina cezayê tecawizkar hat dayîn, bi sedan kes derketin xwepêşandanan li pêşberî Dadgeha Îstînafê ya Swîsreyê.
Navenda nûçeyan- Di 8'ê Tebaxê de bi sedan jin li ber Dadgeha Apstînafê (îstinafê) ya Swîsreyê kom bûn û bi dirûşma "11'e deqe demek pir dirêj e" bang kirin ji bo şermezarkirina biryara dadgehê ya ku cezayê zindanê yê gumanbarekî tecawizê kêm kir bi hinceta ku tecawizê tenê "11'e deqe domandiye"
Her wiha dadgehê di Tîrmeha borî de cezayê girtîgehê ji bo kesê tewanbar ê 33'ê salî ji çar sal û sê mehan daxist sê salan tenê û heya niha nasnameya jina ku hatiye tecawizkirin û ya tecawizkar nehatiye eşkerekirin.
Ev bûyera tecawizê vedigere Sibata 2020'an, dema ku jinek piştî serdana klûbek şevê kir ji hêla zilamekî 33 salî û hevalê wî yê 17'salî ve rastî tecawizê hat ku heya niha jî ew di dadgehên Siwîsreyê de tê dadgehkirin.
Parêzerê jina ku rastî tecawizê hatiye got: "Ew ji biryarê şoq bû, ji ber ku ew kes bi sûcê tecawizê dihat sûcdarkirin."
Dadgehê da zanîn ku dadger meha borî li salona dadgehê biryar eşkere kiriye lê biryara nivîskî dê di çend hefteyan de were weşandin.
Qanûna cezayê ya Swîsreyê tecawizê wekî zorê li jinekê dike ji bo tiştekî bike û tecawizkar bi kêmtirîn salek zindanê tenê tê mehkûmkirin û herî zêde digihîje 10 salan.