Kedkara Çapemeniya Azad Emîne Demîr jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku xebatkara Çapemeniya Azad Emîne Demîr jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan- Midûra Karên Nivîsê û Xwediya Îmtiyazê ya berê ya Rojnameya Azadiya Welat ku yekane rojnameya kurdî ya rojane weşan dikir û di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin jiyana xwe ji dest da. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kir, Emîne Demîrê (Rosîda Mêrdîn) li gel du hevalên xwe di 17’ê adarê de jiyana xwe ji dest da.

 Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Hevrêya me Rosîda Mêrdîn weke şopdara Mazlûm Dogan, Selçûk Şahan, Gûrbetellî Ersoz, Halîl Dag, Cesûr Roboskî, Arjîn Amed, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Alî Kanîroj û Jiyan Amargiyan di ronîkirina gelê me de, di fêhmkirina rastiya dijmin de û di beralîkirina êrişên şerê taybet de ked da û kadroyeke pêşeng bû ku rol lîst. Hevrêya me Rosîda bi têkoşîna xwe ya ji metropolên Tirkiyeyê heta çiyayên Kurdistanê, bersiva herî bi wate da zextên dijmin ên li ser çapemeniya azad û gelê me. Ji bo rastgiriyê bigihîne gelê me û raya giştî ya cîhanê, her cûre zext, îşkence û zilm da ber çavên xwe û di vê oxirê de li zindanên dijmin dilsoza têkoşîna xwe ma, li dijî dijmin di sekna jinê ya azad de tawîz neda. Çiyayên Kurdistanê weke qada têkoşînê ya herî bi bandor a li dijî zilma dijmin dît, xwe gihand çiyayên Kurdistanê û karê çapemeniya azad ku gelekî jê hez dikir li vê derê dewam kir. Di destekî xwe de pênûs û kamera, di destê din de jî bi çeka xwe û agirê azadiyê yê di dilê xwe de, bi meşa xwe ya azadiyê ya ku li çiyê meşand, hem gerîlatî bi têr û tijî jiya hem jî kêliyên azadiyê yên gerîla ebedî kir. Hevrêya me Rosîda bû dengê gur ê çapemeniya azad li çiyayên Kurdistanê, di dema pêwîst de li refên herî pêş li dijî dijmin şer kir û milîtaniya jinê ya azad a Apoyî û fermandariya YJA Starê bi rengekî hêja temsîl kir.”

138 sal cezayê hefsê jê re hate birîn

Emîne Demîr, demekî dirêj li Rojnameya Azadiya Welat xebitî. Dema xwediya îmtiyazê û berpirsyara karên nivîsê ya rojnameyê bû, 138 sal cezayê girtigehê jê re hate birîn. Emîne Demîr xebatên xwe yên rojnamevaniyê di nav refên PKK’ê ku tev li bû de berdewam kirin. Emîne Demîr dema Midûra Karên Nivîsê û Xwediya Îmtiyazê ya berê ya Rojnameya Azadiya Welat bû li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate darizandin. Di danişîna biryarê ya di 30’ê kanûna 2010’an de hate dîtin de li Emîne Demîr ji ber 84 nûçeyên di navbera salên 2008-2009’an hatin weşandin de bi îdiaya “tevî ne endama rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “propagandaya rêxistinê” 84 caran salek û 6 meh bi komî 138 sal cezayê girtigehê lê hate birîn."