Keçên li Misrê ji ber fikarên aborî tên zewicandin!

Parêzer Heba Salah got ku hinek malbat li Misirê, ji ber şert û mercên aborî, keçên xwe yên ku wan weke "barekî aborî" dibînin, dizewicînin û ji mafê xwendinê wan bêpar dihêlin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre– Li Misirê zewaca keçên ku ji mafê xwe yê xwendinê bêpar mane yek ji pirsgirêkên sereke yên li welat e. Tevî ku girîngiya perwerdeya keçan di nava malbatan de bi saya têkoşîna jinan a ji bo çareseriyê, erênî tê dîtin jî dewlet berpirsyariyê nagire ser xwe.

'Min wek bar dîtin birayê min dan xwendin'

Yek ji wan kesên ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin jineke ji Îskenderiyeyê ye. Jina ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku mafê wê yê perwerdeyê ji destê wê hatiye girtin û ji ber sedemên aborî di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin. Jina ciwan anî ziman ku êşa wê ya herî mezin zewicandina di temenê biçûk de ye û wiha got: “Dema ku ez diçûm dibistana navîn dayika min biryar da min bizewicîne. Min xwest ez xwendina xwe bidomînim lê dayika min got ku ew nikare lêçûnên perwerdeya min debar bike. Min weke bar dîtin lê birayê min dan xwendin. Dema ku ez 14 salî bûm, zewicîm û min berpirsiyariya malê û hevjînê xwe girt. Pir hovane nêzî min bûn, hemû xeyalên min kuştin."

'Tişta ku hat serê min bila neyê serê keçên min'

Jina ku bi xebata di dikana alavên malê de debara xwe dike, anî ziman ku 4 keçên xwe li hemberî zehmetiyên ku jiyane perwerde kirine û got:

“Piştî mirina hevjînê xwe min kêliyek jî neheqiyên ku  li keçên min hatin kirin qebûl nekir. Ji bo ku ew perwerdeya xwe bidomînin çi ji dest hat min kir. Gelek cîranên min perwerdeya keçên xwe di nêvî de dihêlin. Ez keçên xwe didim xwendin û min her dem kevneşopiyên ku dema wan derbas bûye û tên ferzkirin red kiriye. Ez naxwazim tişta ku hat serê min bê serê keçên min û naxwazim keçên min jî êşa min kişandiye bikşînin. Ji bo ku ji keçên xwe re jiyana bi rûmet pêk bînim pir dixebitim."

'Malbat girîngiya perwerdeyê li gorî demên berê baştir dizanin'

Parêzer Heba Selah jî diyar kir ku li gorî demên berê di warê perwerdekirina keçan de pêşveçûnek zêdetir heye û teqez kir ku gelek malbat bi girîngî û pêwîstiya xwendina keçan dizanin. Her wiha Heba Selah diyar kir ku ji ber tunebûna ewlekarî, aramiya siyasî û rewşa xirab a aborî hê jî hinek malbat keçên xwe naşînin dibistanê û wiha berdevam kir: “Lê belê malbat cihêkariyê dikin û kurên xwe dişînin dibistanê. Hin malbat nikarin kur û keçên xwe bişînin perwerdeyê ji ber ku rayedarên dewletê ji bo vê yekê budçeyek têr venaqetînin.”

'Malbat dixwazin ji barê aborî xilas bibin'

Heba Salah da zanîn ku xirabûna aborî û her wiha paşketina çandî û rewşenbîrî bandorê li paşeroja zarokên keç dike û wiha pê de çû: “Zarokên keç beriya ku bibin 18 salî tên zewicandin. Di bin saziya zewacê de asê mane. Malbat zarokan ji dibistanê digrin û bi zewaca di temenê biçûk de dixwazin ji barê aborî xelas bibin. Kêmbûna xwendinê jî dibe sedema vederkirina keçan, di heman demê de rola wan tenê di nav malê de ye.

Heba Selah bi lêv kir ku di salên dawî de ji ber zewaca zarokan rêjeya hevberdanê zêde bûye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber ku piştî zewacê pirsgirêkên keçan zêde bûn, malbatan dest bi perwerdeyê kirin. Nêzî ji sedî 80 malbatên li Îskenderiyeyê bi perwerdeya keçan re eleqedar bûne û vê yekê ji bo pêşerojek aramtir girîng dibînin."