KCDP: Di şeş mehan de 150’î jin hatin qetilkirin û mirinên bi guman
KCDP diyar kir ku di şeş mehên destpêka salê de 150’î jin hatine kuştin û destnîşan kir ku li ser dozên mirinên bi guman bi lez tên girtin.
Navenda Nûçeyan – KCDP’ê rapora xwe ya li ser kuştinên jinan û mirinên gumanbar ên di şeş mehên pêşîn ên salê de di civîneke çapemeniyê de li Bilim Beyoglu ya Stenbolê ragihand.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, nûnerên Komeleya Dema Jinan, Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK), Ekmek ve Gul, jinên ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Şaxa Jinan a Stenbolê ya CHP'ê, endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) û nûnerên Meclîsa Jinan a Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) beşdarî civînê bûn.
Nûnera Giştî ya KCDP'ê Gulsum Kav di civînê de axivî û diyar kir ku malbat bi salan e li edaletê digerin, lê berpirsiyariya lêpirsînê, ku divê dewlet bicîh bîne, pir caran ji malbatan re tê hiştin.
'Dozên mirinên bi guman bi lez tên girtin'
Gulsum Kav di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku malbat di bin barekî giran de ne û wiha pê de çû: "Erka dewletê ye ku rastiyê eşkere bike. Me têra xwe êş kişandiye. Lêpirsînên bi bandor li ser mirinên gumanbar ên jinan nayên kirin û divê îhtîmala komkujiyek were lêkolîn kirin, nemaze di dozên ku hevjîn an xizmên nêzîk tê de ne. Li welatê me, ev doz bêyî lêpirsînên pêwîst bi lez têne girtin. Lê belê, di dozên mirinê de, dem pir girîng e. Divê delîl di çend demjimêrên pêşîn de werin berhevkirin. Piştî windakirina delîlan gihîştina rastiyê pir dijwartir dibe.''
'Lêpirsîna bi bandor yek ji berpirsiyariyên bingehîn ên dewletê ye'
Gulsum tekez kir ku: "Sîstemeke zagonî ya rastîn bêyî berhevkirina delîlan nikare edaletê pêk bîne. Lêpirsîna bi bandor yek ji berpirsiyariyên bingehîn ên dewletek ku bi serweriya zagonê ve tê rêvebirin e."
301 jin hatine kuştin
Li gorî daneyên KCDP’ê, di 6 mehên destpêkê yên sala 2026’an de 150 jin ji aliyê meran ve hatin qetilkirin û 151 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî raporê, ji sedî 43'yê jinên hatine kuştin ji aliyê mêrên ku pê re zewicî ne, ji sedî 11 ji aliyê mêrên ku pê re di têkiliyê de ne, ji sedî 7 ji aliyê mêrên ku hev berdane û beşek jê jî ji aliyê kesên ku berê hezkiriyên wan bûn hatine kuştin.
Piraniya cinayetan li malê hatine kirin
Li gorî daneyan, ji sedî 61'ê cinayetên jinan li malan pêk hatine. Hat diyarkirin ku ji sedî 52'yê jinên hatine kuştin bi çekan hatine kuştin.
Hat destnîşankirin ku ji sedî 64iê mirinên gumanbar ên jinan jî li malan pêk hatine. Di raporê de hat diyar kirin ku di ji sedî 61'ê mirinên gumanbar de sedema mirinê nehatiye tespîtkirin.
Divê dosyayên gumanbar bi awayekî zelal bên vekolîn
Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm diyar kir ku daneyên têkildarî cinayetên jinan bi salan e mîna hev didomin û got ku êdî dervayî pirsa "Jin çima tên kuştin?", divê pirsa "Çima nayên parastin?" jî bê pirsîn. Wiha domand: "Nebûna tedbîrên pêşîlêgirtinê, polîtîkayên bêcezatiyê dibin sedema vê rewşê. Beşek mezin ji mirinên gumanbar ên jinan bi têra xwe nayên lêkolînkirinDosya têne tepeserkirin, lêpirsînên bi bandor nayên kirin û tewra piştî ku mafê jiyanê yê jinan tê binpêkirin jî, rastî nayê eşkerekirin."
Fîdan Ataselîm derbarê avahiya nû ya ku di nav Weqfa Jin û Dadmendiyê de hatiye damezrandin de wiha got: "Em ê çavdêriya çawaniya xebata vê yekîneyê bikin. Lê belê, em dipirsin; gelo kuştinên jinan, dozên ku wekî xwekuştin an qezayan hatine girtin, dê ji nû ve werin lêkolînkirin? Em ê vê yekê bişopînin. Ev doz bi awayekî xweber nehatine vekirin û ne jî bi awayekî xweber pêşveçûn çêbûye. Em ew kes in ku vê têkoşînê bi malbatên jinên ku hatine kuştin re didomînin. Ji niha û pê ve, em ê hem van pêvajoyan û hem jî mekanîzmayên ku hatine damezrandin bişopînin."