KCDP: Di meha Îlonê de 32 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora Îlona 2023’an a Platforma Em ê Qetilkirinên Jinan Rawestînin, 32 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên qetilkirina jinan ên meha Îlonê eşkere kir. Di meha Îlonê de 32 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, mirina 18 jinan jî bi guman hat dîtin.

Jin dîsa ji ber ku dixwestin jiyana xwe ava bikin hatin qetilkirin. Ji jinên hatin qetilkirin 12 jin berdana xwe xwestin.

Di meha Îlonê de 32 jin, 14 ji wan ji aliyê mêrên pê re zewicî, 6 ji wan mêrên hevalên wan, 2 ji wan mêrê berê pêre zewicî bûn, 1 ji wan nasek, 2 ji wan mêrên hevalê wan ê berê, 3 ji wan mêrên mirovê wan bûn, 1 birayê wê û 2 jî ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin. Nêzîkatiya kesê 1 jin qetil kir nehat zelalkirin. Li gorî platformê di vê mehê de ji sedî 43’ê jinan ji aliyê mêrê ku pê re zewicîn ve hatine qetilkirin.

Ji van jinan 19 li malê, 12 li kolanan, 1 jî li qada giştî, ji sedî 59’ê jinan li malên xwe yên ku weke herêmên ewle hatin binavkirin, hatin qetilkirin.