Karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ber bi warê xwe ve bi rê ket
Koçberên Serêkaniyê ku piştî êrîşên sala 2019’an neçar man ji mal û axa xwe dûr bikevin, piştî heft salan îro karwanê duyemîn ber bi 55 gund û gundewarên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê ve ketin rê.
Hesekê – Piştî heft salan ji koçberiyê, îro karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ji kampa Serêkaniyê ber bi gund û gundewarên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê ve bi rê ket. Di vê karwanê de 689 malbat hene û hemû ji pêkhateya Ereb in. Malbat ber bi gundên rojhilatê Serêkaniyê her wiha gundên Til Temir û Zirganê ve ketin rê.
Heft sal li benda vê rojê man
Koçberên Serêkaniyê ku piştî êrîşên sala 2019’an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker pêk hat, neçar man ji mal û axa xwe dûr bimînin, piştî heft salan îro careke din berê xwe dan rê.
Karwanê yekem ê vegerê ku ji 410 malbatan pêk tê di 10’ê Tebaxa 2026’an de ji kampê derket û ber bi Serêkaniyê ve çû. Lê piştî gihîştina karwanê koçberan li bajar, êrîş li ser wê hat kirin. Ev bû sedem ku di nava koçberan de tirs û fikar zêde bibe û projeya vegerê ji bo demek bê rawestandin.
Piştî tirsê ewlehî bû şertê sereke yê vegerê
Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Simo got ku gelê Serêkaniyê bi hêviyeke mezin li benda vegerê ye û daxwaza wan ew e projeya vegerê bi lez bê kirin.
Zehra Simo diyar kir ku piştî rawestandina projeya vegerê, bi aliyên têkildar re koordînasyon hatiye avakirin û piştrast bûye ku rewşa ewlehiyê di bin kontrolê de ye. Li ser vê bingehê amadekariyên karwanê duyemîn hatin kirin û îro karwan ji Kampa Serêkaniyê bi rê ket.
Zehra Simo anî ziman ku vegera bi ewle mafê her koçberî ye û bi taybetî koçberên Serêkaniyê ku heft sal in di şert û mercên dijwar de dijîn, bê derfet û pêdiviyan li kampan berxwedan raber dikriin û wiha got: “Mafê her koçberê heye ku bi ewlehî vegere ser axa xwe. Koçberên Serêkaniyê heft sal in di şert û mercên dijwar de dijîn û li hemberî van zehmetiyan berxwedanê raber dikin.”
‘Em dixwazin encama berxwedana xwe bi vegerê bibînin’
Zehra Simo got ku di vê qonaxê de mafê koçberan heye vegerin ser axa xwe û dosyaya koçberiyê bi dawî bikin, da zanîn ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo vegera hemû koçberan dixebite û bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin wan.
Her wiha destnîşan kir ku gelek ji mal û xaniyên koçberan hatine wêrankirin û piştî vegerê dê malbat bi zehmetiyên mezin re di warên cuda yên jiyanê de rû bi rû bimînin.
‘Mal wêran bûn lê axa me li wir e’
Loziye Cuma, ji gundê El-Umeyr ê girêdayî Serêkaniyê ye, ji bo vegerê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Em ji kêfxweşiyê nikaribûn razên. Heft sal e em li benda vê rojê ne û me hêvî dikir vê kêliyê bijîn.”
Loziye Cuma got ku ew dizanin dê vegerin malên xwe yên wêrankirî lê ji bo wan girîng e vegerin ser ax û mala xwe û wiha berdewam kir: “Em dizanin em ê vegerin malên xwe yên wêrankirî lê ya girîng ew e em vegerin mala xwe û ser axa xwe. Em tenê ewlehiyê dixwazin.”
Loziye Cuma diyar kir ku wan konê xwe jî bi xwe re anîne û dê li ser cihê malên xwe yên wêrankirî saz bikin got ku ewlehî ji bo wan û zarokên wan pêdiviya herî girîng e.
Loziye hêvî kir ku êşa koçberiyê bi dawî bibe û hemû koçber bi ewlehî vegerin mal û axa xwe.
‘Em dixwazin li dibistana xwe bixwînin’
Naya Mihemed a ji gundê Kenîher jî kêfxweşiya xwe ji bo vegera gundê xwe anî ziman û bal kişand ser girîngiya piştgiriya perwerdeyê li gund û bajarên Serêkaniyê û got: “Em bi vegera gundê xwe gelek kêfxweş in. Em dixwazin di warê perwerdeyê de piştgirî ji me re were dayîn. Em dixwazin li dibistanên xwe bixwînin û rewşa perwerdeyê baştir bibe.”
Naya Mihemed got ku hestên wan di vê rojê de tevlihev in; ji aliyekî ve ji ber vegera ser axa xwe kêfxweş in, ji aliyê din ve ji ber ku cîranên xwe li paş dihêlin xemgîn in.
Naya di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku hemû koçber bi ewlehî vegerin û got ku ew dixwazin careke din li bajar û gundên xwe hev bibînin.
Di dema derketina karwanê duyemîn de, Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Navxweyî ya parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn jî di nava koçberên Serêkaniyê de amade bû, kêfxweşiya wan a ji bo vegerê parve kir.