Karesata şewatê li Cezayîrê mezin dibe bi dehan agir nehatine kontrolkirin

Pêleke nû ya şewatê li parêzgehên rojhilatê Cezayîrê belav bûye. Agirkuj ji bo girtina 64 agirên pêketî têdikoşin, di heman demê de nakokiya di navbera amarên fermî û tora dijîtal de tirsê zêde dike.

Navenda Nûçeyan – Cezayîr bi pêleke nû ya şewatên daristan û nebatan re rûbirû ye. Rayedar li parêzgehên rojhilat operasyonên agirkujiyê û rizgarkirinê zêde dikin. Ji ber ku agir nêzî deverên niştecihbûnê dibe û zirarê dide milk û zeviyên çandiniyê.

Tîmên Parastina Sivîl a Cezayîrê îro, ji bo kontrolkirina bi dehan agirên ku li deverên berfireh ên rojhilatê Cezayîrê derketine, hewldanên xwe berdewam kirin.

Rêveberiyên Parastina Sivîl a Cezayîrê ragihandin ku di navbera 27’ê Tebaxê û heya îro danê siharê 174 agir hatine tomarkirin. Agirkujan 110 ji van agirina kontrol kirine, lê 64 agir pêketî mane. Operasyonên meydanî berdewam dikin da ku agir bên kontrolkirin û pêşî li belavbûna wan a li deverên niştecihbûnê, tesîs û milkan bê girtin.

Parêzgeha Cîcel bi 20 agirên berdewam di serê lîsteya parêzgehên herî zêde ji agir bandorbûye de ye, li dû wê Skîkda bi 14 û El-Tarf bi 10 agiran tên. Li parêzgehên Guelma, Ennaba, Becîca, Boyar, Tebessa, Constantîne û Milayê jî agirên bi tundiyên cûda hatine ragihandin.

Ev pêşketin di şert û mercên dijwar ên zeviyê de, bi taybetî li herêmên rojhilatê welêt, diqewimin. Belavbûna agir, bilindbûna dûmanê û nêzîkbûna hin cihan ji deverên niştecihbûnê re, fikarên raya giştî zêde kirine. Tîmên rizgarkirin û agirkujiyê dixebitin da ku agir kontrol bikin û wan ji deverên qelebalix dûr bixin.

Raportên nakok li ser hejmara miriyan

Her çend hejmara fermî ya herî dawî 12 mirinan ji ber şewatan nîşan dide jî, raporên li ser platformên medyaya civakî bi taybetî li parêzgeha Cîcal ku yek ji deverên herî zêde ji pêla agir bandor bûye diyar dikin ku bi dehan kesên ku hê bandor bûne, hene.

Rayedarên Cezayîrê hê jî hejmarên ku li ser medyaya civakî belav dibin piştrast nekirine; lê belê, rûpelên ku bi nexweşxaneyên li parêzgeha Cîcelê ve girêdayî ne, derbarê mirinan de daxuyanî weşandine. Hejmara giştî ya qurbaniyan û sedemên mirinê hîn bi awayekî serbixwe nehatine verastkirin.

Ev agahdariya nakok, fikarên di nav niştecihan de zêdetir dike, ji ber ku agir berdewam dikin û gihîştina hin deverên bandorbûyî dijwar e. Rayedar nirxandinên li ser mezinahiya windahiyên mirovî û madî yên ji ber karesatê çêbûne didomînin.

Asta dijwariya karesatê

Hejmarên fermî asta dijwariya ku Cezayîr di demsala agir a heyî de pê re rûbirû dimîne eşkere dikin. Li gorî rayedaran, tenê di meha Tîrmehê de nêzî 2 hezar şewat li welêt hatine tomarkirin, ku ev yek nîşan dide di mehên havînê de şewatên daristan û nebatan pir zêde bûne.