Kampanyaya TJA: ‘Em ê nerazîbûnên xwe li qadan bilind bikin’

Parlamenter Halîde Turkoglû da xuyakirin ku di çarçoveya kampanyaya TJA’yê ya “Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi azadiyê ve” de, ew ê mal bi mal bigerin û çalakiyan li dar bixin û li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan nerazîbûnên xwe bilind bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Tevgera Jinên Azad-TJA li Rihayê di 15’ê Îlonê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya ku wê bi şîara  “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve / Jin, Jiyan, Azadî ile Özgürlüğe doğru” bidin destpêkirin, ragihand. Di 20’ê Îlonê de li navçeya Şirnex Silopiya (Silopil) û di 23’ê Îlonê de jî li Stenbolê dê starta kampanyayê bê lidarxistin. Di kampanyaya ku wê heta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bidome, wê bal were kişandin ser tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinan, qetlîamên xwezayê û zextên li ser zimanê dayikê. Di çarçoveya kampanyayê de endamên TJA’yê wê mal bi mal bigerin û bi jinan re hevdîtinê pêk bînin.

Di vê kampanyayê de ku bi armanca xurtkirina têkoşîna bêdawî ya jinên Kurd a ji bo azadî û ronîbûna jinê, bang li jinên Tirk, rêxistinên femînîst û jinên li çar aliyên cîhanê ku mîrasa xwe ji wan girtiye hate kirin ku bi hev re têkoşînê bilind bikin.

‘Rojeva sereke rakirina tecrîdê ye’

Der barê kampanyayê de em bi Parlamentera Amedê ya Partiya Çep a Kesk Halîde Turkoglu re axivîn. Halîde Turkoglu, diyar kir ku kampanya demdirêj e û demeke girîng li pêşiya wan e û wiha got: “Me ev kampanya bi nîqaşên ku piştî pêşketinên dawî yên siyasetê bi zimanê mêtînger, zêdekirina komkujiyên li ser jinan û zêdebûna polîtîkayên şerê taybet hatin meşandin, da destpêkirin.” Halîde Turkoglu, anî ziman ku di vê kampanyayê de rojeva sereke ya wan heye û wiha got:

“Berî her tiştî wê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bikeve rojevê û jin ji bo şikandina tecrîdê wê seferberiyê bidin destpêkirin. Berdewamiya tecrîdê di rastiyê de tê wê wateyê ku li vî welatî her roj polîtîkayên şer û polîtîkayên dijmin tên jiyîn. Di vî warî de heta ku tecrîd neyê rakirin ne demokrasî, ne mafên jinan û ne jî têkoşîna hawirdorê nikarin xwe bikin yek. Di vî warî de yekemîn mijara sereke ya jinan şikandina tecrîdê ye.”

‘Em ê nerazîbûnên xwe bilind bikin’

Halîde Turkoglu, diyar kir ku li Kurdistanê polîtîkaya şerê taybet bi awayekî sîstematîk tê meşandin û gihiştiye asteke gelekî giran û got: “Ne tenê qetlîamên jinan, tiryak, kişandina wan ber bi fuhûşê û polîtîkaya bêcezakirinê ya ku bi pêş dixe, di asta herî bilind de ne. Di xebatên xwe de em ê li dijî vê yekê xetên çalakiyan bihunin û atolyeyan li dar bixin. Li aliyekê em ê bi armanca rêxistinkirina çalakiyan, li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan li qadan bin û nerazîbûnên xwe bilind bikin. Divê civak li hemberî zimanê mêtingerî yê siyasetê û tifaqên paşverû yên ku li meclisê pêk anîne, mekanîzmayeke parastinê ya bi rojeva jinan zêdetir ava bike. Di heman demê de ev jî hişmendiyeke îdeolojîk e.”

‘Kampanya wê xwe mezin bike’

Halîde Turkoglu, anî ziman ku ew ê di çarçoveya vê xebatê de mal bi mal û tax bi tax biçin qadan û wiha dewam kir:

“Di vê kampanyayê de ji pirsgirêka zimanê dayikê heta qirkirina ekolojîk û polîtîkayên tecrîdê em ê li her qadê xeta têkoşînê biafirînin. Kampanya wê bi çalakiyên li gelek cihan bên lidarxistin ku bi rêxistinbûn û çalakiyan wê hişmendiya civakî bilind bike wê xwe mezin bike. Li hemû cihên ku em niha lê birêxistinkirî ne, dê çalakî, hevgirtin û rêxistinbûn bibe çarçoveya sereke ya vê kampanyayê.”