Kampanyaya Sêşema na ji darvekirinê re: Hêza me di yekîtiya me de ye

Di hefteya 77’an a kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ bi beşdariya girtiyên li girtîgeha Yezdê, mezin dibe. Girtiyan li hemberî înfaz, bêhiqûqî û zextên li dijî malbatan banga piştevaniyê kirin.

Navenda Nûçeyan- Di hefteya 77’an a kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ bi beşdariya girtiyên li girtîgeha Yezdê, li 48 girtîgehan têkoşîn didome. Girtiyên başdarî kampanyayê bûne, bi bîr xistin ku tenê ji destpêka meha Tîrmehê ve heta niha yek ji wan jin, herî kêm 44 kes hatine darvekirin û bal kişandin ser zêdebûna biryarên înfazê li ser girtiyên siyasî. Daxuyaniya ku girtiyan weşandin wiha ye:
“Li gorî agahiyên herî dawî hatin girtin, der barê girtiyên siyasî Ferşad Etemadîfer, Mesud Camî û Alîreza Merdasî de, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Ehwazê ve du caran cezayê darvekirinê hatine birîn. Di heman demê de sê girtiyên siyasî-dînî yên endamên Ereb Ali Mucdem, Muîn Hanferî û Muhammed Riza Muqadem birine hucreyên înfazê û mixabin niha di bin xetera înfazê de ne. Têkildarî rewşa van sê girtiyan tu agahî nehatine girtin, fikarên malbatan zêdetir dibin. 
Ev cureyên nediyar û bêdengî, xetera ‘bi zorê windakirin’ bi awayekî cidî bi xwe re aniye. Mixabin, ji berê ve em bi caran bûn şahidên van pêkanînan.
Li Îranê pêla zextê alarm dide
Raportora Taybet a mafên mirovan a Îranê ya Neteweyên Yekbûyî May Sato, fikara xwe ya têkildarî rewşa sê girtiyên Ereb ên Ehwazî anî ziman, careke din di mijara pêla zexta li Îranê di qada navneteweyî  dealarm daye. Ev hişyarî divê veguhere daxwazeke civakî ya ku divê demildest înfaz bên sekinendin. 
Di heman demê de serlêdana çarem a jinûve darizandina du girtiyên siyasî yên cezayê darvekirinê girtine, Mehdî Hasanî û Behruz Ehsanî hat redkirin. Jixwe ev dosya nediyariyên cidî yên hiqûqî digre nava xwe. Berê jî bi hinceta ‘dosya veşartiye’ xwegihandina parêzeran a dosyayê hat astengkirin. Ev rewş bi eşkere li dijî zagonane. 
Di meha Tîrmehê de careke din lez dan înfazan. Tenê di nava vê mehê de, herî kêm 44 kes, di nav de jin hatine darvekirin. Ji vana du jê li bajarên Miandoab û Bokanê li ber çavên girseyên gel hatin dervekirin. Yanî di vê mehê de her roj du kes hatin darvekirin û ev hejmara tenê ya teyisiye medyayê ye. Ev înfaz, nîşandana hêzê ya rejîma di nava krîzê de ku bi armanca çavtirsandina gel û tepisandina hêrsê dide meşandin e. 
Kampanya mezin dibe
Li gorî agahiyên me girtine, kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku gelan ava kiriye mezintir dibe. Herî dawî, girtîgeha Yezdê jî di nav de bi qasî 48 girtîgeh beşdarî kampanyayê bûne. Ev nîşaneya hişyarî û biryardariya gelan e, gel bi biryar e li hemberî vê makîneya mirinê bisekine.
Malbatên mehkumên darvekirinê û mirovên di lêgerîna edaletê de, tevî zextên ewlehiyê yên zêde bûne, her hefte di çarçoveya kampanyayê de ji bo rizgarkirina jiyana hezkiriyên xwe bilindkirina dengê xwe didomînin. Em weke beşdarên vê kampanyayê, van zextên dewletê yên li dijî van malbatan şermezar dikin, bang li hemû kesên daxwaza azadiyê dikin ku sehneyên înfazên li pêşberî gel tên kirin veguherînîn qadên têkoşînê.  
Gelê Îranê, feryadên we, îtirazên we, sûcên vê pergala dermirovî dikare îfşa bike û dikare dengê girtiyan bide bihîstin. Ji bo girtiyên mehkumî darvekirinê hatine kirin û malbatên wan bi tenê neyên hiştin bi îsrar em bang dikin. Hêza me di yekîtiya me de ye. Bawer bikin em ê vê pergala zext û înfazê bi hev rehilweşînin.”