Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya 127’an de ye
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirina re’ ku li girtîgehên Îranê didome, kete hefteya xwe ya 127’an. Kampanyayê destnîşan kir ku di meha Gulan û Hezîranê de nêzî 140 kes hatine darvekirin.
Navenda Nûçeyan - Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ ku li girtîgehên Îranê didome, kete hefteya xwe ya 127’an. Komîteya kampanyayê ragihand ku di mehên Gulan û Hezîranê de nêzîkî 140 kes hatine darvekirin. Girtiyan destnîşan kir ku ew ê heta serkeftinê, her roja Sêşemê grevên xwe yên birçîbûnê bidomînin.
Kampanyayê têkildarî çalakiya xwe ya ku li 57 girtîgehên Îranê dewam dike daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mekanîzmaya înfaz û zextê ya rêveberiya otorîter bê rawestan dixebite û wiha hat ser ziman:
“Li seranserê Îranê, em her roj dibin şahidê darvekirina girtiyên siyasî û girtiyên edlî. Saziya darazê ya hikûmetê ragihand ku ji destpêkirina şerê dawî heta niha, bi sûcdariya ‘hevkariya bi dijmin re' (sîxurî) 3 hezar û 292 kes hatine binçavkirin.”
Ev daxuyanî di demekê de tê ku piştî xwepêşandanên di navbera Kanûna 2025’an û Çileya 2026’an de, zextên li dijî çalakgeran gihîştine qonaxeke nû. Hêzên leşkerî û ewlehiyê xwepêşandan tepisandin û hejmareke zêde ya kesên binçavkirî rû bi rûyî cezayê darvekirinê û girtina giran man.
Piştî xwepêşandanan bi hezaran doz hatin vekirin
Di daxuyaniyê de hat ragihand ku Dozgerê bajarê Sarî (navendê parêzgeha Mazenderanê) diyar kiriye ku tenê derbarê xwepêşandanên 28’ê Kanûna 2025’an ên li Bazara Tehranê de 700 dosya hatine vekirin. Her wiha Îmamê Înê yê Meşhedê, Ehmed Alemolhoda jî ragihand ku bi hezaran dosyayên dozê li dijî kesên binçavkirî hatine amadekirin.
Di du mehan de nêzî 140 kes hatine darvekirin
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bîlançoya darvekirinan û wiha berdewam kir: “Sicîla vê hikûmetê bi binpêkirinên mafên mirovan û bikaranîna cezayê darvekirinê wekî amûreke tirsandinê tijî ye. Li Îranê bi hezaran malbat ji bo windakirina hezkiriyên xwe şînê digirin. Di nav van de, dengê bavekî heye ku dipirse: ‘Gora kurê min li ku ye?’ Ev pirs feryadeke kûr a bêedaletiyê ye.
Ev bav, bavê Vahîd Benî-Ameriyan (33) e. Vahîd girtiyekî siyasî bû ku di 4’ê Nîsana îsal de tevî pênc girtiyên din li Girtîgeha Qizihîsarê hate darvekirin. Mîna gelek malbatên din, cenazeyê kurê wî nedan malbatê. Ev pêkanîn tê wateya ku ceza piştî mirinê jî didome û rûmeta mirovan binpê dike.”
‘Dê têkoşîn bidome’
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtiyên siyasî yên di nava kampanyayê de, her roja Sêşemê greva birçîbûnê bi biryardarî bimeşînin û ev têkoşîn dê heta hilweşandina sîstema darvekirinê berdewam bike.