Kampanyaya Rawestandina Kuştinên Namûsê: Bê azadiya jinan pêşerojeke demokratîk nabe
Bi boneya 4’emîn salvegera şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî", Kampanyayê hişyarî da ku di nava şer û krîzan de komkujiyên jinan tên zêdekirin û got: "Li ser axa ku azadiya jinan tê tunekirin, tu carî pêşerojeke demokratîk nayê avakirin."
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya Rawestandina Kuştinên Namûsê bi boneya salvegera çaremîn a şoreşa Jin Jiyan Azadî daxuyaniyeke nivîskî ya berfireh weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ku bi qetilkirina Jîna (Mahsa) Amînî ji aliyê sîstema serdest a faşîst ve dest pê kir, di demek kurt de veguherî tevgereke şoreşgerî ya berfireh a ji bo azadî, wekhevî, rûmeta mirovahiyê û redkirina hemû pergala zext û tecrîdê.
Xalek werçerxê ya ku dîrok guhert
Çar sal di ser destpêkirina serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" re derbas bûn. Ev serhildana ku bi qetilkirina jineke Kurd Jîna Amînî ket nava rûpelên dîrokê, ne bûyerek demkî bû; berovajî vê yekê, di dîroka dawî ya Îranê de bû xalek werçerxê ya bingehîn. Ev berxwedanî destpêka gotareke nû ya azadiyê bû ku îro jî di jiyan, raman û refên pêş ên têkoşîna gelê Îranê de bi israr berdewam dike.
Yek ji destkeftiyên herî mezin û bi rûmet ên tevgera "Jin, Jiyan, Azadî", avakirin û belavbûna çandeke nû ya azadîxwaz bû. Vê tevgerê bi parastina nirxên wekî azadî, wekhevî, mafê hilbijartina azad, pirrengî, tolerans û rûmeta mirovahiyê, li dijî hişmendiya serdest a ku jinan wekî "milk" dihesibîne, li ser beden û jiyana wan serweriyê dike û bi pergala zayendperestiyê civakê tune dike, serî hilda. Ev gotara şoreşgerî sînorên têkoşîna azadiya jinan berfireh kir û ew veguherand zimanekî hevpar ê hemû gelan.
Hişyariya li ser zêdebûna şîdeta li ser jinan û komkujiyên ‘namûsê’
Kampanyayê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zêdebûna şîdeta li ser bingeha zayendî ya ku di nava şert û mercên şer, krîzên kûr, xizanî û qelskirina mekanîzmayên parastinê de tê meşandin. Her wiha hişyariyeke tund da ku di van şertan de şîdeta li dijî jinan, bi taybetî jî kuştinên bi navê "namûsê", bi destê pergala serdest zêdetir tên teşwîqkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna li dijî kuştinên namûsê ne tenê têkoşînek li dijî sûcekî ferdî ye; berovajî vê yekê, ew beşek e ji têkoşîneke mezin û gerdûnî ya ji bo guhertineke radîkal a çandî, civakî û siyasî. Daxuyanî wiha dom kir: “Kuştinên namûsê berhema pergala baviksalarî ne ku jinan wekî milkê malbat, mêr û dewletê dibînin û mafê wan ê jiyanê tune dihesibînin. Tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" bi helwêsta xwe ya li dijî vê hişmendiya qirêj, bingeheke xurt a çandî û ramanî ji bo têkoşîna li dijî qetlîamên jinan û hemû cureyên tundiyê afirandiye.”
'Bêyî azadiya jinan tu pêşerojeke demokratîk nabe'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bidestxistina civakek demokratîk, azad û li ser bingeha mafên bingehîn, rasterast bi parastin û kûrkirina nirxên şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" re girêdayî ye. Di dawiya daxuyaniyê de ev peyva biryarê hate destnîşankirin: “Tu projeyeke siyasî ku azadî û wekheviya jinan paşguh bike, tu carî nikare ji bo Îranê pêşerojeke azad û demokratîk biafirîne.”
Di salvegera çaremîn de, hemû jin û mêrên ku di vê rêya pîroz de canê xwe feda kirine bi rêzdarî hatin bibîranîn. Hate tekezkirin ku rêya bi wêrekî ji aliyê milyonan jinan ve hatiye vekirin, wê bê navber bidome. Dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê bîranînek e, di heman demê de xeta vîzyona pêşerojeke azad e; pêşerojek ku tê de tu jin nebe qurbana komkujiyên namûsê, hişmendiya mêr-dewlet û zilmê.