Kampa jinên ciwan a binavê xweparastin şerê hebûyê ye bi dawî bû
Jinên ciwan ên Ewropayê her sal di çarçoveya bernameyên xwe yên havînê de li kampekê digihin hev îsal jî bi dirûşma “Xweparastin şerê hebûyê ye” kamp bi tevlîbûna 20 jinên ciwan hat danîn û bi bernameyek dewlemend giha dawiyê.
Navenda Nûçeyan - Kampa Havînî ya Jinên Ciwan ku her sal li Ewropayê ji bo jinên ciwan bi hev re demek baş derbasbikin tê li darxistin îsal jî bi dirûşma, “Xweparastin şerê hebûnê ye” hat vekirin û 20 jinan têde cihê xwe girtin. Di kampê 6 rojan berdewam kir de ji gelek deverên Ewropayê jinên ciwan hatin cem hev û bi bernameyek dewlemend demek dagirtî bi hev re derbas kirin.
Di çarçova bernameya kampa jinên ciwan de li ser nasnameya jinên ciwan, dîroka Kurdistanê, Şengalê, jineolojiyê, çandê û roja aktivîteyê semîner hatin dayin. Kampa ku gelek xebatên hevpar têde hat meşandin bi dawî bû.