Kamêraya Şîlanê havala wê ya herî nêze
Wênekêşa ji bajarê Silêmaniyê mamosta Şîlan Ebdurehman a ev sê sale karê wênekêşanê dike û dibêje; “Kamereya min hevala min a herî nêze.”
Wênekêşa ji bajarê Silêmaniyê mamosta Şîlan Ebdurehman a ev sê sale karê wênekêşanê dike û dibêje: “Kamereya min hevala min a herî nêze.”
Silêmanî - Wênekeşa bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê mamosta Şîlan Ebdurehman di sala 2017’an de dest bi karê wênekêşanê dike. Bi wêneyên ku kêşaye di sala 2019’an de bejdarî 9 pêşnagehan bûye. Şîlan herî zêde ji kêşana wêneyên xwezayê hez dike û wêneyên dawetan, eyîdmîladan û yên havalên xwe di kêşe û ev nêzî 15 salene mamostaye.
Mamosta Şîlan heskirina xwe ya wênekêşiyê wiha anî ziman: “Hîna di zarokatiya xwe de min gelek ji wênekêşanê hez dikir. Beriya ku bibim xwedî kamêra min bi telefonê wêne dikêşa. Ev sê sale kamêraya min heye û niha ez karê wênekêşanê dikim. Kamereya min bûye havalê min a herî nêz, her wêneyek ji bo min dibe dîrokek.”
‘Dema jin hewil bidin wê hemû astengiyan derbaz bikin’
Şilanê girêdana mamostahî û wênekêşanê wiha bilê kir: “Ji derveyî wênekêşanê pîşeyek serek ya pîroz min heye ew ji ev 15 sale ez mamostame. Her karek ji bo jinan astengiyên xwe hene, weke jin divê em van astengiyan derbaz bikin, wê demê emê bikarin bigihin armanca xwe. Daxwaza min ewe ku em jin hewil bidin ew astengiyê ku tên pêşiya me emê derbaz bikin. Wênekêşan westana deqeyan ya demkiye di wê demê de dikarî xweşiktiya xweza bi kişînî. Niha weke minak helbestvanên me hene bi rêya hunandinê helbestên xwe di nivîsine bi gelek zimanan heta ku xwendavan fam dikin. Lê wêne ne wisane wênekêşan bi çavê bîneran naveroka wê tê famkirin. Wextek ya min yê diyar ji bo wênekêşanê nîne. Li dibistanê, dema di gerim, dema diçîm parqê wan deman kamêreya xwe ji li gel xwe dibim û wêneyên xwezayê dikêşim dema gulek dibînim, pepuleyek dibinim dikişînim.”