Kadîr Îsteklî bi sûcdariya êrîşa zayendî ya li dijî zarok hat binçavkirin

Kadîr Îsteklî yê ku di 6 saliya wê de tecawiza bipergalî li H.K.G pêk anî, li Pendîkê hat binçavkirin.

Stenbol - Îdianameya der barê damezrînerê Weqfa Hiranurê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlayê Yusuf Ziya Gumuşel, keça xwe H.K.G. di 6 saliya xwe de bi murîdê wî Kadîr Îsteklî re “zewicand”, di 9’ê Kanûnê de ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Li ser vê yekê der barê Yusuf Ziya Gumuşel û dayik Fatma Gumuşel de bi sûcê “bi awayekî xelekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” heta 22 sal û 6 meh û der barê Kadîr Îsteklî de ji ber sûcên “bi awayekî xelekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “êrîşa zayendî” heta 67 sal, 10 meh û 15 roj bi xwaza cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

Serdegirtina polîsan ya Weqfa Hiranurê

Parêzera H.K.G di 13'ê Kanûnê de serî li dadgehê da û der barê Kadîr Îsteklî, Yusuf Ziya Gumusel û Fatma Gumusel a xeyrî mewqûf (kesê ku bêyî bê girtin tê darizandin) de daxwaza girtine kir. 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê der barê bersûc Kadîr Îstelî û Yusuf Ziya Gumusel de biryar da ku fermanbê derxistin. Piştî biryarê polîsan avêtin ser Weqfa Hiranur a Sancaktepeyê. Di Weqfê de kesek nehat dîtin.

Kadîr Îşteklî yê ku der barê wî de biryara girtinê heye, li Pendîkê hat binçavkirin.