Jiyan Hisên: Bi muhra jinan careke din destkeftiyên şoreşê mayinde dikin

Endama Komîteya Amadekar a Kongreya 9’emîn Kongra Star Jiyan Hisên armanca lidarxistina Kongrê nirxand û got: “Berxwedan û têkoşîna ku jinan dane despêkirin îro jî didome û kongreya me nîşaneya vê serkeftinê ye.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Rêxistina jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Kongra Star 11 salê Şoreşa Jinê li pey xwe hîşt. Jin mîrasê destkeftiyên xwe yên di 11 salê şoreşê de bidestxistine û nirxên hevpar avakirine, di qada şoreşê de bi hevdu re parve dikin. Bi boneya 18’emîn salvegera damezrandina Kongra Star û bi armanca silavkirina serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya “Bi rihê têkoşîna şoreşa jinê em ê serhildana jin jiyan azadî ser bixin” roja 15 Çileyê kongra xwe ya 9’emîn li dar xist. Bi tevlîbûna 1000 delegeyên jin, jinan ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye, Libnan, Ewrupa beşdarî kongreyê bûn. Armanc, xebat û têkildarê pêkanîna kongreyê Endama Komîteya Amadekar a Kongreya 9’emîn a Kongra Star Jiyan Hisên nirxand.

Kombûne me bersiva hemû kiryar û êrişên li ser jin e’

Jiyan Hisên 18’emîn salvegera damezrandina kongreya Kongra Star li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wek Komîteya amedekar ev du meh e me amadekariya lidarxistina kongreya xwe ya 9’emîn dikir. Armanca me ew bû ku kombûna jinan, rêxistina wan û şoreşa wê bi tevahî jinên cîhanê re parve bikin. Îro weke jin rêxistina me rastî gelek kiryarên qirkirin, êrîş û hedefgirtinê tê ji bo wê pêwîst bû em weke jin kombûneke wisa pîroz çêbikin da ku em bersiva hemû kiryaran bidin. Berxwedanî û têkoşîna ku jinan despêkiriye em îro di kesayeta jina azad de dewam dikin. Niha em di sedsala 21’emîn de ne û jinan di vê sedsalê de destanên qehremaniyê û dîrokeke tijî têkoşîn nivîsandine. Şoreş û serhildana jinan bû şoreşeke jinên cîhanî. Kongreya me jî bi wê mebestê bû ku em reng bidin serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û bi dirûşmeya “jin jiyan azadî misoger bikin. Li Rojavayê Kurdistanê me şoreşa jin bi ser xistiye em dixwazin bi heman rihî serhildana Îranê jî biser bikeve û bibe mîrasekî bingehîn ji bo îrade û hêza jinan.”

‘Wê şoreşa jin kelema hemû rêkên qirkirinê be’

Jiyan Hisên behsa amadekariyên kongra 9’emîn ya Kongra Star kir û wiha domand: “Bi damezrandina Kongreyê re me xwest hêjmara jinan ewqas mezin be û her jineke ku mohra wê di serkeftina vê şoreşê de heye tê de beşdar bibe. Bi hezaran jin ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye de amade ne û mekanîzmeya rêxistin û destkeftiyên xwe yên şoreşê nîqaş dikin, nêrîn didin û biryaran ji bo wê digrin. Kombûna van jinan nameyeke ji bo hemû dijminên ku dixwazin jinan qir bikin. Em dibêjin hêz, îrade û hezkirina me ya ji doza azadiyê ji hemû planên wan xurtir in. Di van şert û mercên xeter de lidarxistina kongreyê nîşaneya hevgirtin û qehremaniya jinan e. Me tama azadiyê jiyankiriye û em dixwazin ji hemû  jinan re vê rastiyê biteyisînin. Hêzên hegomon wê tu carî nikaribin li hember agirê şoreşa jinan armancên xwe pêk bînin. Hebûna jin di qadên şoreşê de wê kelema hemû rêkên qirkirinê be ji ber hebûna jin hebûneke cîhanî ye û rastiya wê rastiyeke dîrokî ye.”

‘Yek ji biryarên kongreyê bilindkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Jiyan Hisên bal kişand li ser nirxandin û nîqaşên ku di kongrê de derketin pêş û wiha pê de çû: “Di kongreya me de kar û xebatê du salan hate nirxandin. Me di kongreye de pêşketinên heyî ya di van herdu salan de pêşket çiqas bûn bersiv û heya niha me çiqas şoreşa xwe parast nirxandina wê kir. Di xurtkirina rêxistin û xebatên jin de gelek nêrînên me hebûn, me di vê kongreyê de ev xebat kir biryar. Her komîteke bi beşa xwe eleqedar wê wan biryarên xwe pêk bîne. Weke rêxistina Kongra Star hin biryarên berbiçav li pêşiya me hene yek ji wan jî azadiya Rêber Apo ku weke jin çi dikeve ser milê me ku em ji bo dostê jin Rêber Apo têkoşîn bikin. Li dijî tundî, qirkirin, hedefgrtin û tunekirina jinan amadekariyên me hene û me bernameyekî têr û tijî amadekiriye û em ê bi hêza jinan pêk bînin. Her wiha ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya mêr ya ku heya niha jî di hin aliyan de bandorê li jinan dike pilanên me yên dem dirêj hene. Di aliyê xurtkirina aboriya jin de projeyên me hene û me di vê kongreyê de bi muhra jinan careke din destkeftiyên şoreşa jinan mayinde bikin.”

Jiyan Hisên wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di dawiyê de hêviya me heye ku hemû jin ji bo  xeta azadiyê tekoşîna xwe bidomînin. Em ê xwe bigînin hemû jinan, yekîtiya jinan avabikin û azadiya wan misoger bikin.”