JINNEWS: Di mehekê de 22 jin hatin kuştin 19 jê bi guman mirine
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Tebaxê ya JINNEWS’ê herî kêm 22 jin û 3 zarok hatine kuştin, 19 jin û 7 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Weke her meh di meha Tebaxê de jî tundiya mêr jiyana jin û zarokan hedef girt. Jin herî zêde ji aliyê mêrên bi wan re zewicîne, di asta hevberdanê de an jî dixwestin dest ji hev berdin ve hatin kuştin. Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa JINNEWS’ê ku ji çapemeniyê berhev kiriye, di mehekê de herî kêm 22 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 19 jin û 7 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Serlêdan, parastin û biryarên durxistinên yên hatin kirin jî pêşiya zihniyeta tundiya mêrsalar negirtin. Mekanîzmaên bi bandor yên ku jiyana jinan biparêzin pêk nehatin. Jin li malê, kolan, kargeriyan, qadên cemawerî hatin kuştin.
Gumanbar ên herî nêz in
8 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên bi wan re di asta hevberdanê de, 2 jin ji aliyê mêrên ku berê bi wan re jiyane, jinek ji aliyê mêrê pê re dijî ve, jinek ji aliyê mêrê dest jê berdaye, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê tiyê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê nasnake ve hat qetilkirin. Nêzikbûna gumanbarên sê jinan jî nayê zanîn.