JINNEWS: Di meha Adarê de 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

Li gorî daneyên ajansa JINNEWS’ê ji ber tundîtûjiya li hemberî jin û zarokan di meha Adarê de 22 jin hatine qetilkirin û 16 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li herêma erdhejê jî tundîtûjiya mêr zêde bûye.

Navenda Nûçeyan- Ajansa JINNEWS’ê daneyên tundîtûjiya li hemberî jin û zarokan û tundîtûjiya mêr di meha Adarê de parve kir. Hat diyarkirin ku jin li aliyekî ve hevgirtinê mezin dikin, li aliyek din jî dibin hedefa desthilatdariyê û mêr.

Di meha Adarê de 22 jin hatin qetilkirin

Li gorî vê; di meha Adarê 22 jin û 3 zarok hatine qetilkirin.16 jinan bi guman jiyana xwe ji det dane. 3 jin bi hewldana qetilkirinê rû bir û mane. Ji 22 jinan 6 jê ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicandîbûn ve 3 jin ji aliyê mêrên li ber hevberdanê ve, 2 jê ji aliyê mêrên ku hev berdabûn, 2 jê ji aliyê mêrên ku bi wn re diman, 1 ji aliyê birayê xwe ve, 1 ji aliyê hevalê xwe yê berê ve, 1 ji aliyê nasê xwe ve, 1 ji aliyê zavayê xwe ve, 1 ji aliyê hevalê xwe ve û 3 jê ji aliyê zarokên xwe ve hatine qetilkirin. 1 jê nehat zanîn ku ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin.

 Herî zêde li Stenbolê jin hatin qetilkirin

Dema ku mirov li bajarên ku jin li wan hatine qetilkirin dinêre dibîne ku bajarê ku herî zêde jin lê hatine qetilkirin Stenbol e. Li gorî vê li Stenbolê 4, li Xarpêtê 1, li Îzmîrê 2, li Manîsayê 2, li Mêrsînê 2, li Orduyê 1, li Êlihê 2, li Antalyayê 1, li Enqereyê 1, li Artvînê 1, Edenê 1, Meletiyê 1, Denîzliyê 1, Yozgatê 1, Rihayê jinek ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin.